Şanaz Ehmed piştevaniya YNK ji sektora tenduristiyê piştrast dike

YNK 09:33 AM - 2021-02-22
Şanaz Ehmed piştevaniya YNK ji sektora tenduristiyê piştrast dike

Şanaz Ehmed piştevaniya YNK ji sektora tenduristiyê piştrast dike

Endama desteya xebatê li Politburoya Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê Şanaz Ibrahîm Ehmed duh Yekşemê 21/2/2021, li salona (Xak) li Silêmaniyê, digel Rêvebirê Giştî yê Tenduristiya Silêmaniyê û hejmarek rêveberên nexweşxane û navendên tenduristî, bijîşk û karmendên tenduristiyê yên li parêzgeha Silêmaniyê civiya.

Di civînê de rêveberê tenduristiya Helebçe beşdar bû li ser rewşa heyî ya sektora tenduristiyê û  hewldanên rûbirûbûna korone û metirsiyên cra nuh yê vîrusê gotûbêj kirin.
Rêveberê tenduristiya Silêmanî Dr.Sebah Hewramî di civînê de destnîşan li ser rola berdewam û bandordar ya serok Mam Celal û Hîro Ibrahîm Ehmed ji bo serkeftina karûbarên sektora Tenduristiyê,bang li Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê kir ku piştevaniya wê sektora girîng bike.
Piştre Hewramî raporta li ser rewşa heyî ya vê sektora girîng a têkildarî jiyana welatiyan pêşkeş kir, û destnîşan li ser astengiyên li pêşiya pêkanîna xebatan kir.
Şanaz Ibrahîm amaje bi wê yekê kir ku pizîşk û karmendên tenduristiyê xwedan erk û peywirên girîng in û em wekî Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê dilsozî û dilpakiya bijîşk û karmendên tenduristiyê li gor birîn û dabeşnekirina mûçe ji bîr nekin, gelek spas ji wan re, divê ku hikûmeta Herêmê jî girîngiyê bide sektorê.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket