Bi wêneyan; Vejandina xebata dibistanên Herêma Kurdistanê

Wêje û Huner 06:14 PM - 2021-02-07
.

.

Zengila dibistanên Herêma Kurdistanê, piştî biryara Komîteya Bilind a Têkoşîna li dijî vîrusa Korona ya derketî, îro roja yekşemê 1/7/2021 dîsa zengila xwendinê lêda.

Xwendekarên qonaxên neqedandî yên li Herêma Kurdistanê, îro Yekşemê, piştî kêmbûna hejmara bûyerên vîrusa Corona, vegeriyan cihên xweyên dibistanê.

Komîteya Bilind a Têkoşîna li dijî CKoronayê ya li Herêma Kurdistanê biryar da ku deriyên dibistanan veke û ji bo nirxandina mercên tenduristiyê heyamek 16 rojan wekî dema ezmûnkirinê bihesibîne, û wê hingê ew ê di derbarê dirêjpêderiya demjimêran de biryara guncan bistîne.

Hêjayî gotinê ye ku ji ber belavbûna vîrusa Korona, di 26/2/2020 de deriyên dibistanan li Herêma Kurdistanê hatin girtin, û piştî nêzîkî salekê, xwendin ji nû ve dest pê kir.


PUKmedia-Taybet

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket