YNKê; Bi yekrêziya aliyên siyasî ên Rojavayê Kurdistanê re ye

Agadarî 05:39 PM - 2021-02-07
Hozan Efrînî û Salar Serhed Xelîfe Yunis

Hozan Efrînî û Salar Serhed Xelîfe Yunis

Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê tekez kir ku YNKê her dem bi yekîtiya rêzên partiyên siyasî li Rojavayê Kurdistanê re ye.

Di wê barê de, îro roja yekşemê 7-2-2021`an, serkirde Salar Sarhad, berpirsê Desteya Burda Pêwendîyên Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê, pêşwazî li şandek ji Encûmena Penaberên Kurd li Silêmanî kir.

Di civînê de, Sarhad tekez kir ku alîkariya Yekîtiya Niştimanî ji bo Rojavayê Kurdistanê erkek niştimanî ye, û diyar kir ku Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê di arîkariya koçberên li Herêma Kurdistanê de jî bi guman nîn e û xwedî role.

Di dirêjahiya axiftina xwe de, Serhed anî ser ziman: Hevserokatîya Yekêtî ya Nîştimanî ya Kurdistanê her dem tekez dike li ser yekbûna peyv û çîn bo partî û aliyên siyasî li Rojavaya Kurdistanê û yekrêziyê destek dike.

Ji alîyê xwe ve, Serokê Encûmena Penaberên Kurd ê Rojavayê Kurdistanê Hozan Efrînî,  spasîya xwe ji bo piştevanîya berdewam ya YNKê ji Rojavayê Kurdistanê û penaberan re kir, û pesnê rola Xatû Hêro Îbrahîm Ahmed di piştevanîkirin li kesên koçber û penaberên Rojavayê kir, û diyar kir ku serkeftina Konferansa Çarem ya Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê li ser rewşa Rojavayê Kurdistanê bi erênî nirxand.

PUKmedia-Taybet

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket