Bafil Talebanî: Bi rêya rêxistinan xizmetguzerî ji welatiyan re tê kirin

YNK 09:20 AM - 2021-02-07
Bafil Talebanî: Bi rêya rêxistinan xizmetguzerî ji welatiyan re tê kirin

Bafil Talebanî: Bi rêya rêxistinan xizmetguzerî ji welatiyan re tê kirin

Li holî Şazad Saêb ya li avahiya politburoya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê a li bajarê Silêmanê û bi beşdariya hevserokê Yekîtî Bafil Talebanî û endamê boroyê D.Mîran Mihemed komcivîneke berfireh ya ofîsa rêxistinên demokrat hat lidarxistin.

Di civînê de Bafil li ser piştevaniya xwe û Lahur Şêx Cengî derbarê serkeftina pirojeyên ofîsa rêxistinên Demokartîk  pişt rast kir, wek yek ji girîngtirîn ofîsên YNK da nîşan û got xizmetên ku ofîs pêşkêş dike kar û xebata hizbî vejîn dike.
Amaje bi wê yekê jî kir ku ew ê li ser rêya rihmetî Mam Celal di piştevaniya rêxistin û komalge û ofîsan bimeşin . Ji hêla xwe ve D.Mîran di axaftina xwe de  ronî bir ser rol û girîngiya rêxistinên demokrat di vê qonaxê de, aşkire kir ku ev civîn di çarçoveya civînên domdar di gel rêxistin û kesayetan ji hemû pêkhatan tê ji bo meşandin karê hizbî bi pilanên nûh û tund.

PUKmedia taybet

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket