Ofîsên YNK li Xaneqînê pirojeyasaya Nenavendiyê gotûbêj dikin

YNK 09:32 AM - 2021-02-04
Ofîsên YNK li Xaneqînê pirojeyasaya Nenavendiyê gotûbêj dikin

Ofîsên YNK li Xaneqînê pirojeyasaya Nenavendiyê gotûbêj dikin

Endamê boroy Siyasî, berpirsê Nivîsgeha Pêwendiyan D.Soran Cemal Tahir seredana navenda rêxistinên Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê li navçeya Xaneqîn kir, û ji aliyê berpirsê navendê, Hêriş Hebîb û hemû kadiran ve pêşwazî lê hat  kirin.

Berpirsê ofîsa Têkiliyan di civînek digel kadiran û endamên Navendê de, li ser girîngtirîn  pêşkeftinên siyasî yên li Herêmê Kurdistan û Êraqê ronî kir, û diyar kir ku pêdivî ye Kurd bi yek lîste beşdarî hilbijartinên bê yê Encûmena Nûnerên Êraqê bibin bi taybet li navçeyên dabrênreweken(nakok), destnîşan kir ku serokatiya nû yê Yekîtiya Niştimanî ji bo xizmeta navçeyên nekok ti derfet ji dest nade li gorî nêzîkatiya Serok Mam Celal .
Derbarêmijara pirojeya Nenavendiyê de berpirsê ofîsa peywendiyan tekez kir ku Yekîtî hewldide ku nenavendiya îdarî û darayî li hemû parizgehan pêk bîne û diyar kir ku hin alî hene dixwazin vê pirsê bi aliyeke din ve bibin û tekez kir ku nenavendî ne perçebûne wek ku
 hin alî şirove dikin. Amaje bi wê yekê jî kir ku YNK dixweze nenavendiya rêvebirî û darayî pêk bîne ne ya siyasî û cagrafîk .
Di encama civînê de kadir û endamên  navendê derbarê gelek mijar de birs pêkêş kirin û berpirsê ofîsê bersiv û şirovey ji wan re kir .

PUKmedia taybet

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket