Tîma WHO ji bo vekolînên vîrusa Koronayê serdana nexweşxaneyeke Din a Çînê dike

Agadarî 08:10 PM - 2021-01-30
.

.

Endamên tîma Rêxistina Saxlemîyê ya Cîhanî îro Şemîyê di roja xwe ya duyem a kar de, li bajarê Wuhanê yê Çînê, serdana nexweşxaneyeke din kir ku di destpêşa belavbûna vîrusê de nexweş derman kiribûn.

Nexweşxaneya Jinyintan a Wuhanê, ew di nava nexweşxaneyên pêşîn ê Çînê de bû ku di destpêka sala 2020an de serederî bi vîrusa koronayê re kir.

Zanyarê vîrusan yê Holendî Marion Koopmans di twîteke xwe de got:

“Ez niha ji serdana nexweşxaneya Jinyintan vegeriyam, ku taybet e bi nexweşîyên vehuhêz û wê nexweşên yekem ên virusê derman kiribûn.”

Zanyarê ajelan Peter Dazak yê hevalbendîya grûpa Amerîkî EcoHealth, ku endamekî tîma WHO ye, di twîteke xwe de got serdan” derfeteke girîng bû ji bo axaftina rasterast” li gel karmendên saxlemîyê yên ku di demên aloz de şerê vîrusê kir.

Kombûnên yekem ên tîma WHO li gel zanyarên Çînê roja Înê bûn, berî ku şarezayên saxlemîya ajelan, zanyarên vîrusan û şarezayên silametîya xwarinê serdana bingeheke din a tenduristî li Hubei bikin.

PUKmedia-VOA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket