Peyamên pîrozbahiya kes û aliyan ji PUKmedia`yê re
YNK 06:19 PM - 2021-01-23.
Duh roja înê 22-1-2021`an 18`mîn salvegera damezrandina PUKmedia`yê bû.
Serokkomar pîrozbahî li PUKmedia`yê kir
Serokkomarê Êraqê D.Berhem Salih bi boneya salvegera damezrandina PUKmedia`yê pîrozbahî li sernûser û kadir û rojnamevanên malperê kir.
Di peyama pîrozbahiyê de wiha hatiye: "bi boneya 18 salvegera damezrandina PUKmedia`yê em pîrozbahiyên germ ji malbata malperê re dişînin, ku xizmeteke mezin ji rojnamegeriya kurdî re û warên çandê û xweîneran re pêşkêş kir.
Em hêvî dikin ku PUKmedia di xizmeta rojnameya kurdî û gelê kurdistanê de li ser bingeha dandina agahî û nûçeyan û weşana rastiyê de berdewam bin.
Politburî: PUKmedia, nûçe û bûyer bi berpirsiyarî û hevseng radigihîne
Politburoya Siyasî ya Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê bi boneya 18mîn salvegera damezrandina malpera PUKmeida peyamek pîrozbahiyê şand û ji malperê re pêşveçûn û serfiraziyek zêdetir xwest.
Di peyema pîrozbahiyê de wiha hat gotin: Bi boneya 18mîn salvegera damezrandina PUKmedia-yê, em germtirîn pîrozbahî pêşkêşî sernûser û hemî karmendên malperê dikin, û hr kesek di malperê de xebitiye, destnîşan kir ku bi berpirsyaratî agahî û bûyerên Herm û Êraq û navçeyê vediguhestîne û bi taybet nûçeyên girîng.
Polîtbûroyê lê zêde kir ku: Em hêvî dikin ku PUKmedia salvegera damezrandina xwe ya îsal bike derfeek ji bo amadkirina bernameyên pêşxistina errk ji hemî beşên malperê re ji hemî aliyan ve.
Wekîlê Wezareta Navxwe: PUKmedia nûçeyan bi hemî pêbawerî radigihîne
Wekîlê Wezareta Navxwe li Hikûmeta Herema Kurdistan Lîwa Cito Salih Seîd bi boneya 18mîn salvegera damezrandina PUKmeida`yê peyamek pîrozbahiyê şand û ji malperê re pêşkeftin û serfiraziya zêdetir xwest.
Di peyama pîrozbahiyê de wiha hat: Bi boneya 18mîn salvegera damezrandina PUKmedia-yê, ez pîrozbahî pêşkêşî sernûser û hemî xebatkarên malperê dikim , di 17 salên derbasbûyî yên jiyana malperê de we karibûye bûyeran bişopînin û nûçeyan bi pêbawerî û cesaret bigihînin xwendevanan .
Niha bi vêxistina mûma 18 ya malpera kesk û dewlemend bi agahdariyê ya Yekîtiya Niştimanî, ez ji we re pêşkeftin û serfiraziya bêtir dixwazim, û ji we daxwez dikim ku sernûser û hemû rojnamevan û kadir erkên bêhtir pêşkêş bikin da ku malperê bêtir bi pêş bixin.
Badînan Mîdiya: Malperê PUKmedia xwandingeha suşiyal mîdiya kurdî ye
Di hevdemîn salroja destibikaribûna malperê fermiyê Êketî Nîşitîmanî Kurdistan ( PUKmedia), dezgehê mîdiyayê Badînan peyameka pîrozbahiyê arasteyi wî pêgehê elktirunî kr û tê da xoyakr ku ( PUKmedia) êkem pêngav bû di bwarê mîdiya elktirunîya kurdîda hatîye havêـtin û di 17 salên temenê xo da bû xwandingeha suşiyal mîdiya kurdî.
Deqê peyama pîrozbahîya dezgehê mîdiyayê Badînan
Heval karwan Enwer serinvîskarê malperê ( PUKmedia)
Hevalan desteya nvêsîn û rojnamevan û karmend û karibidestên malperê fermiyê Êketî Nîşitîmanî Kurdistan .
Li pêşî 17 sallan pêngava damezirandina malperrê hewe, seretayek nû bû di biyavê mîdiya elktirunîya kurdî da, pêngaveka wêrek û pهrr raman û di cihê xodabû, divî temenê kurtda, malperê ku jêderekê serekiyê hewall û zaniyariyên hemecure, şiya bibîte xwandingeheka pêgehandina hjmareka zor ya kadran dburaê suşiyal mîdiya kurdîda, dîsan hûn bûne pêşeng bo gehandina peyam û gutara kurdî bi çendîn zimanan bo cîhana 'erebî û biyanî, û Di heman demda bûne pira bihevgehandina xelk û desthellatê.
Karwanê kar û xebata (PUKmedia) yê prr astenge, biheman ast yê prr bihaye.. Binavê rîveber û sercem rojnamevan û karibidest û karmendên (badînan mîdiya) pîrozbahiyeka hevrêyane arasteyi hewe dikeyin, her di serkeftî û berdewam bin.
dezgehê mîdiyayê badînanز
Têkiliyên Êraqê ya YNK PUKmedia`yê pîroz dike
Têkiliyên Êraqî ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistan bi boneya salvegera 18 a damezrandina PUKmedia`yê peyameke pîrozbahiyê ji malperê re şand .
Di peyamê de wiha hat: em pîrozbahiyê li malbata PUKmedia`yê dikin, sernûserû rojnamevan û kadir, hêviya serkeftin û pêşketinê ji we re daxwaz dikin û her di veguhestina rastiyê de berdewam bin.
Rêxistinên Bexdad: PUKmedia xwedî gihandina peyamek rast û zelale
Navenda Rêxistinên Bexdadê ya Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê ,ji bo vêxistina mûma 18 saliyê ya malpara PUKmedia`yê pîrozbahiyên germ pêşkêş kir.
Peyam wiha ye:
Sernuser û hemû rojnamevanên ku di malpara PUKmedia`yê de dixebirtin
Bi navê berpirsa Navenda Bexda ya Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê Xatûn Rabêhe Hemed û hemû endam û kadiroyên navendê pîrozbahiyên herî dilsoz li malpara PUKmedia`yê dikin ku xwedî gihandina agahiyên rast û zelal li tevahiya Êraq û Kurdistanê bi taybet, hêviya serkeftinê ji xebata PUKmedia`yê re dixwazin
Qubad Talebanî pîrozbahiya PUKmedia`yê kir
Bi boneya derbasbûna 18 sal bi ser damezrandina malpara PUKmedia`yê cîgirê serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî pîrozbahî li malperê kir .
Di peyama xwe yê pîrozbahiyê de Talebanî got em pîrozbahiyên germ û ji dil li hemî karmend û sernuserê PUKmedia`yê dikin û hêviya serkeftin û pêşkeftineke mezintir di çepemeniya kurdî de jêre dixwezin .
Amaje bi wê yekê jî kir ku erka PUKmedia`yê gihandina agahî û bûyeran bi awayeke rast ji welatiyan re re , hêvî kir ku malpar bikare cihê xwe biparêze û her serkeftî bimîne di cîhana medyayê de .
PUKmedia
hewal ziyatr
-
Konsulê Rûsyayê: Yekîtî di pêşxistina aştî û diyalogê de xwedî roleke girîng e
09:38 PM - 2024-04-18 -
Yekîtî ji bo hilbijartinan amade ye
08:03 PM - 2024-04-18 -
Komisyonê roja destpêkirina kampîên hilbijartinan ragihand
01:04 PM - 2024-04-18 -
Civata Serkirdatiya YNKê dê sibê bicive
11:09 PM - 2024-04-17
zêdetir tamaşe bike
Kurdistan 07:03 PM - 2024-04-18 Encumena Serkirdayetiyê: Hilbijartinên dadperwer di dema xwe de pêkhateya Herêmê bihêz dike
Encumena Serkirdayetî amadekariyên bo hilbijartinan gotûbêj dike
10:07 AM - 2024-04-18
Serok Bafil û Seyîd Emmar Hekîm: Ji bo îstiqrarê diyaloga avaker
10:19 PM - 2024-04-17
Gelek serkirdeyên me hene ,lê dewletmedar kêm in
05:40 PM - 2024-04-17
Serok Bafil: Hilbijartin ezmûna me mezin dike
04:37 PM - 2024-04-17
zortrin xwendraw
-
Encumena Serkirdayetî amadekariyên bo hilbijartinan gotûbêj dike
Kurdistan 10:07 AM - 2024-04-18 -
Komisyonê roja destpêkirina kampîên hilbijartinan ragihand
Kurdistan 01:04 PM - 2024-04-18 -
Encumena Serkirdayetiyê: Hilbijartinên dadperwer di dema xwe de pêkhateya Herêmê bihêz dike
Kurdistan 07:03 PM - 2024-04-18 -
Yekîtî ji bo hilbijartinan amade ye
Kurdistan 08:03 PM - 2024-04-18 -
Konsulê Rûsyayê: Yekîtî di pêşxistina aştî û diyalogê de xwedî roleke girîng e
Kurdistan 09:38 PM - 2024-04-18