Hejmarek nû qurbaniyên bombebarana bajarê Bexdadê gihîşte 32 şehîd û 110 birîndaran.Encama herdu kiryarên terorîstî li navenda paytexta federal, Bexdadê, gihîşt 32 şehîd û 110 birîndar, her weha ji ber wê buyerê, biryare ku Serfermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar, Serokwezîrê Êraqa Federal Mustafa Al-Kazemî, dê serokatiya civînek awarte ya serokên hêzên ewlehiyê li dar bixe.Îro roja pêncşemê danê sibê, li bajarê Bexdadê paytexta Êraqa federal, rastî êrişa terorîstî ya du qolî ji hêla du xwekujan ve hat, yên ku xwe li devera Bab el-şerqî li Bexdadê teqandin, û di encamê de 32 şehîd û 110 birîndar ketin.Jêdereke agahdar ji PUKmedia`yê re ragihand, îro pêncşemê, Al-Kazemi dê serokatiya civînek awarte ya serokên karûbarên ewlehî û îstixbaratî li navenda Fermandariya Operasyonên Bexdadê bike, li dijî binpêkirina ewlehiyê li paytexta federal, Bexda.Ji aliyê xwe ve, Wezîrê Tenduristiyê di Hikûmeta Federal de di daxuyaniyek kurt de got ku PUKmedia nusxeyek bi dest xist, ku jimara kuştiyên du teqînên terorîstî li Paytexta Federal Bexdadî gehişte 32 şehîd û 110 birîndar.PUKmedia-Taybet
YNK: Em bi pêkhateya Kild û Suryanî serbilind in
Şêx Cengî: Hêviyek mezin heye ku Herêm û Bexdadê lihev bikin
YNK: Em pişt didin pirojeyên di xizmeta welatiyan de ne
Nivîskarê Kurd Fayilî Belsem Kamil ji bo yekem romana xwe, "Horizon Bûyer" bi swêdî, Xelata Smolts ya Swêdî ya sala 2021 stend.Roman bi r...
Hevdîtineke girîng ê Dengê Amerîkayê bi general Kobanî re.
Fermandarê Giştî yê HSD'ê Mazlum Ebdî di hevpeyvîna ...
Ev çend salin di bîranîna roja zimanê dayîkê de, xebateke hêja ji bo pêşxistina Zimanê Kurdî dibe. Hêjayî gotinê...