Di bîranîna Sêyem de ya dagîrkirina Efrînê Pêşverû Û Yekîtî dagîrkeriya Turkî û operasyonên Turk û Erebkirinê şermezar dikin DAXUYANÎ Di dîroka / 20 / 1 / 2018an de çekên ezmanî yên Turkî dest bi tpobarankirina navenda bajarê Efrînê û gund û navçeyên wê kir : ( Bilbilê , Reco , Şiyê , Cindirêsê , Şera , Mabeta ) , Herwiha hêzên dagîrkeriya Turkî û çeteyên xwe bi hemî çekên xwe yên giran bajarê Efrînê dagîrkirin di encamê de bi hezaran pakrewan û birîndar û bi sed hezaran gelê me koçber bû ji ber tpobarankirina beyalî û ezmanî li ser herêmê yê ku hemî zagûnên navdewletî li dîwêr xistin.Piştî Sê salan ji dagîrkeriyê heya niha herêma Efrînê rojane rastî tawan û binpêkirinan tê , çekdarên îslamî di dermafê welatiyên Kurd de berdewamin di kiryarên xwe yên ne mirovî de ji talan , dizî , û destdirêjahiya li ser samanên wan , Herwiha girtin , revandin û kuştinê li dijî wan bi kar tînin bi aramanca xizankirin û perîşan kirina welatiyên kurd da ku ew neçar bibin ku dest ji gund û bajarê xwe berdin û koçberiyeke firehtir li herêmê re were kirin bi armanca cîbicîkirina operasyonên guherîna dîmixrafî li dujî hebûna kurd û nasnameya netewî ya kurdî , Ji her kesî ve xuyaye siyasetên ku dewleta Turkiyê dimeşîne ew siyaseteke pilankiriye ji bo tunekirina gelê kurd û berdewamiya pilanên wê ye ji dagîrkeriya xaka Sûrî re.Em di Partiya Pêşverû Û Yekîtî de vê bêtar û felaketê bi xemgîniyeke mezin di dermafê êş û azariyên gelê xwe de bi bîrtînin , Herwiha em wan cangoriyên ku di ber xak û rûmeta gelê xwe de canê xwe dane silav dikin û van siyasetên Turk û Erebkirinê ya ku dewleta Turkiyê li dijî kurdên Efrînê dimeşîne em şermezar dikin.Di heman demê de em bang li civaka navdewletî , Deste û Rêxistinên mafên mirovan dikin ku bi hemî berpirsyartiya xwe rabin , û fişarê li ser Turkiyê bikin da ku dagîrkeriya xwe li herêmê bi dawî bîne , Û koçberiya bi darê zorê rawestîne , Û peydakirina parastineke pêwîst ji bo vegera gelê kurd li Efrînê û hemû herêmên kurdî yên dagîrkirî.20 / 1 / 2021 Partiya Demoqrat a Pêşverû ya Kurd li Sûriyê(Partiya Yekîtî ya Demoqrat a Kurd li Sûriyê (YekîtîWerger ji Erebî : Hişmend Şêxo
PUKmedia
YNK: Em bi pêkhateya Kild û Suryanî serbilind in
Şêx Cengî: Hêviyek mezin heye ku Herêm û Bexdadê lihev bikin
YNK: Em pişt didin pirojeyên di xizmeta welatiyan de ne
Nivîskarê Kurd Fayilî Belsem Kamil ji bo yekem romana xwe, "Horizon Bûyer" bi swêdî, Xelata Smolts ya Swêdî ya sala 2021 stend.Roman bi r...
Hevdîtineke girîng ê Dengê Amerîkayê bi general Kobanî re.
Fermandarê Giştî yê HSD'ê Mazlum Ebdî di hevpeyvîna ...
Ev çend salin di bîranîna roja zimanê dayîkê de, xebateke hêja ji bo pêşxistina Zimanê Kurdî dibe. Hêjayî gotinê...