YNK: Projeya Nenavendiya rêveberî amade ye


18/1/2021 12:05:00
Çapkirin
     YNK: Pirojeya Nenavendiya rêveberî amade ye

Roja Duşemê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê ragihand ku projeya nenavendiya rêveberî li Herêma Kurdistanê amade ye, û ji 11 made pêk tê.

Berpirsê Navenda Karûbarên Yasayî di Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê de Telar Latîf ji PUKmedia`yê re ragihand ku: reşnivîsa projeya nenavendî ji 11 made û gelek bend derbarê parizgehan de pêk tê, armanca wê ewe ku nenavendiyê dupat bike û erkan dabeş bike
û lezbûnê bixe meşandina danûstandinan welatiyan ye.
Her wiha ev piroje armanc dike ku karên rêveberî , darayî, teknîkî û yasayî ji wezaret û sazî û encûmenên navendî veguhezîne ser dezgehên îdarî û yekîneyên rêveberî li parêzgehan, û misogerkirina dabeşkirina dahatên di navbera parêzgehan û yekîneyên îdarî yên serbixwe li ser bingeha dadwerî .


PUKmedia


 

Siyasetvanê kurdê Misrê koça dawî kir


Çalakvan û siyasetvanê kurd ê Misrî koça dawî kir.

Roja şemiyê 11-4-2021`an, li Qahîrayê paytexta Misrê, Siyasetvan &ucir...


»   Bremen; Bîranîna koça dawî kirna hunermend Hesen Şêxo
»  Dr. Nemam Xeforî bi Korona koça dawî kir
 

Hevdîtineke girîng bi Kobanî re


Hevdîtineke girîng ê Dengê Amerîkayê bi general Kobanî re.

Fermandarê Giştî yê HSD'ê Mazlum Ebdî di hevpeyvîna ...


»   Şehabê ser çiyan xemxwerê doza jiyan
»  Silêman: Tirkiyê bo têkbirina destkeftan fêlan di navberê kurdan de diçîne

Karîkator