Hevserok Lahur; Kurdistanî New destkefteke mezine ji ragihandina kurdî re

Wêje û Huner 03:21 PM - 2021-01-12
.

.

Hevserokê YNKê damezrandin û dirêjpêderiya xebata Kurdistanî New destekeftek girînge.

Derbarê salvegera Kurdistanî New de, Hevserokê YNKê Lahur Şêx Cengî ragiahnd; Kurdistanî New destkefteke mezine ji ragihandina kurdî re.

Bi bonedya derbasbûna 29 saliya damezrandina rojnameya Kurdistanî New, hevserokê Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê YNKê Lahur Şêx Cengî peyameke pîrozbahiyê arasteya sernûser û stafên rojnameya Kurdistanî New kir.

Di wê peyamê de, Hevserokê YNKê Lahur Şêx Cengî di serî de, hemû sernûser û endamên sekrtariyet  û rojnamevan û karmendên rojnameya Kurdistanî New pîroz kir û dest xweşî li hemûyan kir.

Di peyama xwe ya pîçrozbahiyê de wiha pêde çû û got; Rojnameya Kurdistanî New ku mûma 29 mîn fedimrîne û wek destkefteke mezin û girîng di hundir ragihandina Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK)ê de di heman demê de, desdtkefteke mezin û girîng ji bo ragiahndina kurdî ye ku di aliyê derfertên çand û huner û wêjeyê de xwedî rolê e.

Di dirêjahiya peyama xwe ya pîrozbahiya li Kurdistanî New de, hevserokê YNKê Lahur Şêx Cengî Talebanî dazanîn; Ji ber wê yekê jî û bi awayekî zû Kurdistanî New dikanî hejmareke li ber çavan ji rewşenbîr û rojnamevan û nivîskaran ber bi xwe ve rakêşîne serbarî cudabûna raman û bîrdozan û nêrînên siyasî, tako cîûwarekî bê wêne ji azadiya raman û derbirîna bîruraya azad re saz bike.

Di dawiya peyama xwe de, Hevserok Lahur wiha got; Ez ji rojnameya we re serkeftin û pêşkeftinê dixwaz im ku wek çawa di hemû qonaxên berê de beşdarbûna rastiyan û rexnekirina avaker karekî bingehîn bû, tako pirensîpa başxeke gulan di nivîsên wê de be.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket