Hevserok Lahur li gel pêşmergeyên dêrîn civiya

Agadarî 03:56 PM - 2021-01-11
.

.

Hevserokê Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdisatnê (YNK)ê Lahur Şêx Cengî li gel encûmena Komelaya pêşmergên dêrîn civiya.

Îro roja duşemê 11-2021`an, li bajarê Silêmaniyê, li hola Komelaya Pêşmergeyên dêrîn ên Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê, hevserokê Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK)ê Lahur Şêx Cengî civînel li gel encûmena Komeleya Pêşmergeyên Dêrîn û endamên encûmenê û tevahî Komaleya pêşmergeyên dêrîn civîneke taybet li dar xistin.

Her weha di serdana xwe ya Komelaya Pêşmergeyên Dêrîn de, hevserokê Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK)ê Lahur Şêx Cengî Talebanî li gel serokê Komeleya Pêşmergeyên Dêrîn Cemîl Hewramî û endamên encûmen û hemû liqên komelayê civiya.

Di destpêka wê civînê de, berpirsê mekteba Şehîdan û endamê politburoya YNKê Burhan Seîd Sofî jî amadebibû, serokê Komelaya Pêşmergeyên Dêrîn Cemîl Hewramî derbarê kar û çalakiyên komelay pêşm,ergeyên dêrîn şirove kir û daxwaz û kêşûeyên wan anî ser ziman û daxwaz kir ku hevserokê YNKê hewil bide ku dest bi çareserkirina wan kêşe û aloziyên heyî bike.

Piştre jî hevserokê Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK)ê Lahur Şêx Cengî di gotara xwe de, amaje bi rola girîng a pêşmergeyên dêrîn kir û ragiahnd; Ji ber xebat û mandubûna pêşmergeyên dêrîn û hemû pêşmergeyên riya rizgarî û azadiya Kurdistanê ew ezmûna ku îro heye hatiye bidestxistin.

Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK Lahur Şêx Cengî di dirêjahiya axiftina xwe de di wê civîna girîng de aşkire kir ku wî guhdarî daxwaz û têbînî û nêrînên endamên encûmen û koleya pêşmergeyên dêrîn kir û soza çareserkirinê ji wan re daye ku wê piştgiriyê ji daxwazên wan re bike.

Hevserok Lahur aşkire kir ku di wê civînê de rewşa heyî hatiye gotûbêj kirin û tekez li ser yekrêziya biryarê û ên aliyên din siyasî hebûye ku vê qonaxa hestayr û çareserkirina kêşeyên di navbera hikûmeta Herêma Kurdistanê û hikûmeta federalê de jî hatibû rojeva civîna li gel pêşmergeyên dêrîn.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket