Dîsa îşev, piştî ku derdora min tev bi baskên şevê yên lal hate hembêzkirin, wêneyên rojên borî, yên ku em bi hev re dicivandin û dilên me di tiberka hezkirinê de diçandin û bi ramûsanan ew av didan, li ser şanoya êşek, hewes û bêrîkirinê girtin sema. Belê, li ber awazên bêrîkirin û tenahiyê, li ber newaya gurpîna dil û lerizîna giyanê girtin dîlan… Û çawa dil dê neke gurpîn û nenale, çawa giyan jî dê nelerize gava dûrî bi perdeyaên xwe yên tarî çavên mirov ji dîtina perçeyê wî yê din bêpar û sêwî bihêle!?
Dîsa îşev bêrîkirinê birînên min bi kenandin dan û bi nîra keleşiya rojên borî, yên ku çavên me bi dîtina hevdu kil didan, ez kirim dîl û bi kelepçe û destbendên tenahî û dûriyê destên min girêdan, êşeka min jî bi dengkirin da. Belê, êşeka min bi dev û ziman kir û hêşt ku ew di cîhana bêdengî û xopaniyê de, di cîhana bê guh de biqêre, hesretên xwe jî bi ser pêlên sirweya şevê de darivîne. Ma te, periya min, dengê wê yê lerzok û kelgirî ne bihîst? Ma te hesret û awatên wê, yên mîna awirên te kûr û fireh, hest ne kirin?
Dîsa îşev, weke her şev, hate bîra min çawa hîn duh, di bin siya baskên firiştên evînê de, tiliyên me, nêrînên me û giyanên me weke keziyên bûkeke xemilgirêdayî li hev badayî bûn; çawa hîn duh ev êş, tenêtî û arezû ji me dûr bûn, dûr.. tenê xewn bûn, xewn. Ma kê ji me bawer dikir ku dê ji dêvla ken û xweşiyê, ji dêvla şevbuhêrkên di hembêza evînê de, ji dêvla pistepista di siya darên merxê û zêtûnê de, ev dojeha tenahiyê serdest bibe; çavên me jî, ji dêvla bi dîtina hevdu, bi rondik, hesret û arezûyan werin kildan.
Dr. Kemîran Hac Ebdu