Hişmend Şêxo: Vaye sersal hat û dîsa serfiraza min nehat

Nêrîn 10:49 PM - 2021-01-02
.

.

Dostên Berêz û Rûmetdar 

Hevalên Tekoşer û xebatkar 

Ey gelê cefakêş silav li we hemiyan 

Hersê salên borî / 2018 / 2019 / 2020 /salin dagirtî bûn ji bûyerên rêzanî , Salin dagirtî bûn ji bazarên herêmî û navdewletî , Lewre ev hersê salên borî salin reş bûn ji gelê Kurd re bi tevahî û ji xelkê Efrînê , Serê Kaniyê , Girê sipî re bi taybetî.

Sed mixabin ji helwestên navdewletî re ku dihêlin dewleta Turkiyê bi hovîtiya xwe berê xwe bide gelê me yê mirovhez û Azadîxwaz û bi ayeta (Fetih Elmobîn) berê van diz û pêxwasên artêşa niştimanî ya Sûrî ( Artêşa Azep ) bidin Çiya , Navçe û gundên ciwan , Mixabin li ber çavên civaka navdewletî û cîhanê bi seranser , Li hember bêdengiya rêxistin û komeleyên mafên mirovan dewleta Turk êrîşî bajarên me dike û bi siloxanên ( Elah û Ekber ) dest bi dizî û talankirina mal û semyanên me dikin.

Sala 2020an jî saleke dijwar bû wek salên berî xwe , Ji ber ku hîn birînên Efrîna dagîrkirî nehatine hev û qeşmaq negirtine û çênebûne , wan dagîrkeran berê xwe dan Kobanî , Serê Kaniyê û Girê sipî , û îro jî dixwazin ( Ên Îsa ) dagîr bikin , Di encama dagîrkirina hersê bajaran de me qelenekî herî buha daye ji ( Kuştin , Girtin , Talankirin û derwarkirina bi darê zorê ), Armanca herî sereke ya dagîrkeran guherîna demoxrafiya herêmên kurdî ye û Efrîn jî wek mînakeke zindî ji her kesî vê xuyaye.

Herwiha di van herdu salên borî de , Bi keser û xemgîniyeke mezin gelê Kurd û Tevgera Azadîxwaza Kurdistanê xebatkarekî hişmend û endezyarê rêzaniya kurdî winda kir ew jî damezrener û sekreterê partiya me Mamoste Ebdilhemîd Derwîş e.

Ey bûka welatê min

Efrîn ev sê salin tu hatî dagîrkirin û cîhan hemî li hember dagîrkeriya te rûreş e û hîn jî tu ji hemiyan re mînakî û hemî di kêferateke kûr de ne çep û rast derin , Lê tiştî ji hev dernaxin , Tenê dibêjin : 

ka em çi bikin û bi kêre bikin û kî dibe bila bibe ne xeme lê tenê bila li me wek Efrînê ne be.

Ji ber vê dijwariya ku di ser gelê me re derbas dibe ji hemî aliyên tevgera kurdî tê xwestin ku li hev rûnin dûrî ezîtiyên hizbayetî yên teng û pîsik ku tu hêz neyên bidûrxistin , Divê hemî aliyên tevgera me xwedî rol û biryar bin di xêzkirina çarenûsa gelê xwe de , Bi şêweyekî berpirsiyar pirsgirêkên xwe çareser bikin û bi  helwesteke wêrek û zelal bi derkevin da ku  karibin di vê qûnaxa nazik de gelê xwe biparêzin û nebêjin hema li me wek Efrînê nebe başe....

 

Gelî camêran

 

Piştî çend Demjimêr din 2020 bi dawî dibe û em derbas sala 2021an dibin.

Bi hatina cejina sersala ziyanî Ez sersala malbata xwe û hemî gelê Efrînê pîroz dikim û Ez bejina xwe li ber wan kesên ku rêya xebatê ji me re vekirine diçimînim û di destpêka wan de Damezrenêr û sekreterê partiya me hevalê cefakêş Mamoste Ebdilhemîd Derwîş.

Herwiha ez sersala 2021an li tevahî hevalên xwe yên Nivîsgeha Rêzanî û Komîta Navendî û li tevahî gelê Kurdistan pîroz dikim , Û pêşerojeke geştir û ronaktir ji gelê xwe re dixwazim.

Bi hatina vê rojê ez bang li nifşên nûhatî û ciwanên gelê xwe dikim ku guhdan û girîngiyê bidin zanistiya nûjen û ji vê bêtir cihê xwe di nav tevgera xwe ya netewî de bigrin û bi rola xwe rabin , ji ber ku her miletek bi kesên zana , bîrbir , ciwan û hişmendên xwe bi pêş dikeve û ew çarenûsa gelê xwe diyar dikin , Di heman demê de ez bang li hemî kesên rewşenbîr , partîzan , kesayetiyên serbixwe û xebatkarên tevgera rêzaniya kurdî dikim û dibêjim : Ber bi xebateke zêdetir ji bo pêkanîna mafên gelê kurd di welatekî Azad û Demoqrat de.

 

Bimînin di xêr û xweşiyê de

 

Sersala we pîroz be 

 

31 / 12 / 2020 

 

* Endamê Komîta Navendî ya

Partiya Demoqrat a Pêşverû ya Kurd li Sûriyê

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket