Hunermend Firîşte Efrîn stranek pêşkêş bi PUKmedia`yê kir

Agadarî 06:52 PM - 2020-12-30
.

.

Strana hunermenda ciwan Firîşte Efrîn ku pêşkêş bi PUKmedia`yê kiriye guhdar bikin.

Hunermenda ciwan a Efrînî Firîşte Efrîn keçka hunermendê naskirî û afrênerê huner û mşûzîka kurdî li Efrînê mamoste Zekeriya Daud Efrîn e. Ew mamoste li gel malbata xwe piştî dagîrkirina Efrînê miha li herêma Cizîrê ya Rojavayê Kurdistanê dijî.

Hunermenda rindik û delal Firîşte Efrîn ev çendîn berhemên xwe ji bo PUKmedia`yê dişîne û em wek stafa kurmancî destxweşî lê dikin û serkeftin û serfiraziyê jê re dixwezin. Vê carê jî me re ev kilp û stran wek diyariyek şandiye û em jî bi dilsozî dixwazin vê strana pir hêja a ku rastiya doza Efrîn û Efrîniyan derdixe holê ji xwendevan û şopênerên xwe re bidin weşandin.

Em jî spasiya hunermenda Efrînî a hêja û delal Firîşte Efrînê dikin.

Ev jî nameya wê hunermenda ciwan e...

Navê min Firîşte Efrîn e .......

Min xwest bi vê kilamê ku êş û azarên gel û zarokan tîne ser zimên ji were bikim diyariyeke têr hest ji hestên vî zemanî .

Stran awaz û peyvên wê mamostê hêja Menan Cefer daniye û ji dil de xwestiye çarê ji rastiya mirovan re bibîn e. min jî tivî bavê xwe Zekeriya Efrîn û bi derfetîn kêm û hindik berhev bikin û bibêjin.

Belê heya kengê wê mirov hevdu tar û mar bikin, heya kengê wê dilê hevdu bihêl in û bêşîn in. Ez bi hêvî me ku bi dilê we hemiyan be û ez silav û hezkirina  bo Apê min Hozan Efrînî ku girîngiyê dide wijdana mirova û alîgirê belengazan e û spasdarê PUKmedia me li ser zelaliya wanî xweş .

Hûn dikanin li vir pitikînin û gudar bikin...

PUKmedia-Taybet

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket