Derhênerê navdar ê Sûrî Hatim Elî koça dawî kir

Wêje û Huner 03:11 PM - 2020-12-29
Derhênerê Sûrî Hatim Elî koça dawî kir

Derhênerê Sûrî Hatim Elî koça dawî kir

Derhênerê navdar ê Sûrî Hatim Elî li wealtê Misrê bi kirîza dil koça dawî kir.

Îro roja sêşemê 29-12-2020`an, hunermend û aktervan û derhênerê navdar û naskirî yê Sûrî Hatim Elî li welatê Misrê ji ber kirîza dil, di temenê xwe ya 58 salî de, koça dawî kir.

Ji aliyê xwe ve sînaryêst Ebdulrehîm Kemal, li ser hesabê xwe a facebookê nivîsandiye ku wêneya derheênerê navdar ê Sûrî Hatim Elî jî pêxistiye û wiha dibêje Xwedê bi te re be dostyarê min Hatim Elî derhênerê mezin û rêkûpêk û aram.

Hêjayî gotinê ye ku filîmên naskirî wek (Zîr Salim) û (sêkuşeyiya Endelusê) û (xurbetiya Filestînê) û (Omer) tev ji derhêneriya Hatim Elî bûn.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket