Keserkêşiya hestan

Wêje û Huner 06:30 PM - 2020-12-21
.

.

Ew keserkêşiyên min
Di nîvê şêvê de
bi hêrs dinalin!!!!
Westyayî diaxivin...
Nameyek bê bersîv dikşînim ...
Wek qêrîna zarokekî di dergûşa xwe de bê dayîk dimînim!!!
Sitêrkên gelewêjan vedimrin !!!
Hêviyên bi salan di mêjûyê xwe de tîmardikim pûç û kor dikin !!!
Xewin û xeyalên min dikujin!!
Postê nimêja min sêwî dihêlin ,
Daristana min tazî û rût dikin..
Û gurpiniya dilê minî wêrek bi lez lêdida xemgîn dikin ...
Berbanga sibehên min dikin goristanek hêmin !!!
Û daxwazin min bê guneh li ber çavan bêçar dikin !!!!
Dîwarê Evîna pêsêrê min yê bi keservedana bav û bapîran hatiye avdan !!!!
Bi kurtepistan hildiweşînin,
Bi navê ellahuekber bi navê xwedayê erd û asîmanan welatê min dagirdikin !!?
Kirasê sipehî li bejna evînê diçirînin!!!
Û kevokên welatê min ji ref û karwanên azadiyê diqetînin!!
Bi awrên guvaştî re wan bê deng  vedigerînin !!
Bi elenda sibehê re rondikên min xav dimînin!!!!
Û bi tîna rojê re peyvên min bi çema ava efrînê re Zelal diherikin!!!

11.11.2020
Ehmed Mustefa
[email protected]

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket