Silêman: Tirkiyê bo têkbirina destkeftan fêlan di navberê kurdan de diçîne

Hevpeyvîn 05:39 PM - 2020-12-21
Ehmed Silêman Serkirdeyê Partiya Demoqrat a Pêşverû ya Kurd li Sûriyê

Ehmed Silêman Serkirdeyê Partiya Demoqrat a Pêşverû ya Kurd li Sûriyê

Di 20 / 12 / 2020an de Ehmed Silêman Endamê Nivîsgeha Rêzanî ya Partiya Demoqrat a Pêşverû ya Kurd li Sûriyê ji malpera PYDê re xuya kir ku bi her hawî divê hemî pirsgirêkên di navber aliyên kurdî de bi diyalogê werin çareserkirin.

Û di çarçewa nakokiyên di navber aliyên  kurdistanî de Silêman got : Pirsgirêkên rasteqîn di navber PDK û PKKê de li Başûrê Kurdistanê hene û sedema sereke ji van pirsgirêkan re vedigere dorpêça hêzên Turkî ji PKKê re.

Silêman wisa berdewam kir : Şerê navxoyî di navber kurdan de xêza sore divê herdu alî vê yekê binasin , Û serkirdeyên bilind ên herdu aliyan wisa tekez dikin , Herwiha divê derfet li pêş dujminên gelê kurd were winda kirin , Û nakokiyên ku di navber herdu aliyan de hene bi zarzimanê diyalogê werin çareserkirin.

Û di derbarî kerjeyên vê dawiyê di vê qûnaxa hestiyar de Silêman got : Di vê qûnaxê de bi şêweyekî giştî pêlanin mezin li ser doza kurdî hene , Turkiyê dixwaze fêlbaziyê di nav kurdan de bike ji bo têkbirina destkeftiyên gelê kurd çi li Sûriyê çi li Iraq û Turkiyê , ji ber ku lihevhatinek di navber Turkiyê , Îran û ta bi radeyekê bi rêjîma Sûrî re û bi hikometa Iraqî re heye di rêya çewsandina nakokiyên heyî di navber hikometa Bexdad û Hewlêrê de , Û di navber kurdan û rêjîma Sûrî de , ji ber ku helwesta navnetewî nakoke di navber helwesta Rojava û Amerîka bi Rûsan re , Lewre Turkiyê dixwaze sûdê ji van nakokiyan bibîne û vê rewşê li gor berjewendiyên xwe bi kar bîne.

Di derbarê helwesta Amerîka ji pirsgirêkên Başûrê Kurdistanê Silêman bi nezelaliyê binavkir  û got : Heya niha Amerîka tu rol nelîstiye di peydakirina helwesteke zelal beramberî doza kurdî li herêmê , Ew jî li rewşa Emrîkî vedigere.

Amerîka di qûnaxeke veguhestî deye , Turamp diçe û Baydin hîn wernegirtî , Bawer dikim bandora vê yekê heye ku astengiyan li pêş diyaloga kurdî kurdî peyda bike , Lê di rojevê de hemahengiyek di navber Amerîka û Herêma Kurdistanê de tê kirin ji bo rêvebirina vê diyalogê , Sebaret bi pirsgirêkên li Kurdistana Iraqê... Bi baweriya min pirsgirêkek rasteqîn di helwesta Emrîkî de ji PKKê heye.
Werger ji Erebî : Hişmend Şêxo

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket