Qubad Talebanî: Gavên din hene ku tundiya li ser jinan kêm bibe

Jin‌‌ 12:53 PM - 2020-12-03
.

.

Cîgirê Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî tekez li ser pêdivîbûna avêtina gavên din jibo kêmkirina tundetûjiyê li dijî jinan li Herêma Kurdistanê kir.
 
Talebanî di civînek şêwirmendiyê de, ku li bajarê Hewlêrê bi sernavê "Jin û Astengên Li Pêkanîna Qanûnan"hatibû lidarxistin got: tevî avêtina gavên nû ji bo hişmendîkirina malbat û civakê, lê gelek gavên din li pêşiya me ne ji bo pêşîgirtina li tundiya li dijî jinan, û bal kişand ser pêdivîbûna guhertinên di qanûna Rewşa Kesane da ku li gor guherînên nû be.

Her wiha Qubad Talebanî bi destpêkirina kampîna tundetûjiyê li dijî jinan ku 16 rojan dirêj dike  ragihand ku ew ê hemî desthilatdariyên xwe yên sîyasî û yasayî bikar bîne û kujerên jinan li Herêma Kurdistanê ceza bike.destnîşan kir ku bêhtirî 8 hezar jin di 10 mehan de rastî tundetûjiyê hatine û bi 119 de peywendî kirine,  spasiya xwe pêşkêşî Rêvebiriya Têkoşîna li dijî Tundiya Navmalîn kir, ku lêkolînan li dor 4000 dozan kir û dosyayên wan veguhestin dadgehê.

Wî tekez kir ku rawestandina tundûtûjî berpirsiyariya her kesî ye, bi gavên ber bi gihiştina hevsengiya jênderî ber bi civakek tendurist ve.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket