Merasîma biaxspartina Bilîse Omer

Tarawgeh‌‌‌‌ 07:16 PM - 2020-11-30
.

.

Merasîma biaxspartina termê Bilîse Omer ê ku di şerê Kobanê de beşdar buye birêve çû.

Duh roja yekşemê 29-11-2020`an, li bajarê Ranyayê termê şoreşgerê kurd Bilêse Omar Sabîr ku beriya çend rojan li welatê Swîdê hatibû terorkirin bi beşdarbûna cemewerekî pir û amadebûna berpirsên hikûmî û hizbî bi axê hat spartin.

Di wê merasîmê de, bi amadebûna berpirsê malbenda 24ê YNKê li Raperînê Mela Arî,  Aram Qadir Xebat wek fermandarê hêzên pêşmergê yê sînorê Raperînê di gotinekê de hevxemiya hevserokatiya YNKê ji malbata çalakvanê kurd ku li welatê Swîdê bi neheqî hatiye teror kirin.

Ciwanê Kurd Bilêse Omer Sabîr ku xelkê bajarê Raniyayê ye li bajarê Stukholmê di hotêlekê de termê wî hat dîtin. Li gorî zanyariyên ku ew ciwanê kurd ev çend rojan nûçeya wî nema bû, lê duh polîsê Swîdê kesên nêzîkî wî agahdar kirine ku termê Bilêse di yekeke ji hotêlên Stukholmê de hatiye dîtin.

Her çiqas polîsê Swîdê tiştekî li ser terorkirina Bilêse nabêje, lê tê gotin ku ew ciwanê kurd bi pîlan hatiye teror kirin.
Hêjayî gotinê ye ku ciwanê kurd Bilêse Omer di sala 2014`an de, di dema êrişên DAIŞAê li ser Kobanê wek şervanekî YPGê beşdarî berevanîkirina li Kobanê kiriuye û ev demeke vegeriya Siwîdê ku li bajarê Stukholmê nîştecih bibû, lê duh termê wî di hotêlekê de hat dîtin.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket