Joe Biden Tîma Xwe ya Ragihandinê Eşkere Kir

Jin‌‌ 04:49 PM - 2020-11-30
Jen Psaki

Jen Psaki

Serokê hilbijartî yê Amerîka Joe Biden karbidestên xwe yên ragihandinê, ku temamê wan jin in, eşkere kir.

Rêberîya tîma medya ya Biden dê Kate Bedingfield bike ku ew berê cîgira dîrektorê ragihandina kempeyna Biden bû. Jen Psaki dê wek berdevika Qesira Sipî bixebite ku wê jî di dewra seroktîya Barack Obama de dîrektorîya ragihandinê ya qesirê dikir.

Biden bi daxuyanîyeke nivîskî dîyar kir ku ew serbilind e ku temamê tîma ragihandinê ya Qesira Sipî ji jinan çêbûye. Wî da zanîn ku ew tîma bi tecirbe dê bike ku welat ji berê çêtir ava bibe.

Şêwirmendîya cîgira serokê hilbijartî Kamala Harris jî dê Symon Sanders û Ashley Etienne bikin. Berovajî karên din yên di kabîneyê de, bo erkdarkirinê buroyên medya pejirandina Civata Senatoran ne hewce ye.

PUKmedia-VOA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket