Hevserok Lahur: YNKê berevangerê mafê jina ye
Agadarî 05:28 PM - 2020-11-25hevserokê (YNK)ê Lahur Şêx Cengî
Hevserok Lahur Şêx Cengî derbarê roja nehîştina tundtîjiuya li ser jinan wiha got: YNKê berevangerê mafê jina ye.
Bi boneya roja nehîştinatundûtîjiya li dijî jinan hevserokê Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê(YNK)ê Lahur Şêx Cengî peyameke taybet da weşandin û tê de dazanîn ku Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê(YNK)ê berevangerê herî bihêze ji bo parastina mafê jina ye.
Her weha hevserokê Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê(YNK)ê Lahur Şêx Cengî di wê peyama taybet de ku bi boneya roja cîhanî ya nehîştina tundûtîjiya li dijî jinan de, aşkire kir; Bila em tev piştîvanê jinên Kurdistanê bin.
Di peyamê de wiha pêde çû; Dîrok ji me re dibêje ku dayîkên Kurdistanê, ew dayîkên şarestaniyeta mirovahiyê ne ji hezaran salan ve û di hundir hembêza wan dayîkan de û di hundirî çiyayên Kurdistanê ên bilind de mirovên nû û malbatên nû û civaka nû hatin ava kirin û dest bi vejandin û parastin û pêşxistina şoreşan ji vê gelî re kirin.
Her di heman peyamê de, hevserokê Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê(YNK)ê Lahur Şêx Cemgî derbarê cudabûn û kedên dayîkên kurd ji ên cîhanê ragiahnd; Dayîkên me cudane ji dayîk û jinên din di dunyayê de, ji ber ku ew rastiya afrandina şoreşa nîştimanî û qurbaniyên dagîrkeran û cenga hundirî û eşkencederên deronî û guvdeyî ne û stemlêkirî ku li ser destê çandên çewt û kevnar û ne resen buye, lê xwezayiya wan dayîkan pir resen in,ji ber wê jî jinên Kurdistanê ti carî stem û zorê û bindestî û bê vînî û nelheviyê ne dadweriya civakî kok napejirîne.
Di dirêjahiya peyama xwe ya bi boneya roja cîhanî ya nehîştina stem û tundûtîjiya li dijî jinan de hevserokê Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK)ê Lahur Şêx Cengî wiha got; Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê(YNK)ê partiyekî cemewerî ye, ji raman û bîrê û hêza hemû pêkhat û çîn û tiwêjan Kurdistanê derketiye, tê têbînîkirin ku jin û keçkên Kurdistanê rolên wan ên pêşeng di serxistina û parastina xebat û tekoşîna YNKê de hebû ye.
PUKmedia
hewal ziyatr
-
Şalaw Kosret Resûl: Divê xizmeta herî baş bê pêşkêşkirin
09:56 PM - 2024-04-25 -
Komisyonê berdewambûna amadekariyên bo hilbijartinan piştrast dike
01:41 PM - 2024-04-25 -
Qubad Talebanî: Her rojek bîranîna tawanekê ye
05:53 PM - 2024-04-24 -
Serok Bafil beşdarî merasîma cenazeyê rêheval Elî Şemar dibe
07:47 PM - 2024-04-23
zêdetir tamaşe bike
Serok Bafil: Yekîtî berdewame ji bo qerebûkirin û xizmetkirina xelkê Qeladizê
02:16 PM - 2024-04-24
Amerîka: Rewşa azadî û mafên mirovan ber bi paşvebûnê ve diçin
01:51 PM - 2024-04-24
50 Sal bi ser bombebarankirina Qeledizê û Zanîngeha Silêmanî re derbas bû
09:45 AM - 2024-04-24
Merasîma xelata zêrîn a Bile birêve diçe
05:11 PM - 2024-04-23
zortrin xwendraw
-
Hewlêr û Bexda di tomarkirina binpêkirinan de di pêş de ye
Rêportaj 09:14 PM - 2024-04-24 -
Komisyonê berdewambûna amadekariyên bo hilbijartinan piştrast dike
Kurdistan 01:41 PM - 2024-04-25 -
Şalaw Kosret Resûl: Divê xizmeta herî baş bê pêşkêşkirin
Kurdistan 09:56 PM - 2024-04-25