YNKê kempîna 16 rojan li dijî tundûtijiyê radighîne

YNK 06:48 PM - 2020-11-24
.

.

Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK)ê kempîna 16 rojan li dijî tundûtijiyê li ser jinan radighîne û her kesî vedixwîna pabendbûnê.

Di wê barê de, di belavoka Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK)ê de hatiye ragihandin ku wê sibê roja çarşemê 25-11-2020`an, kempînekê bo heyama 16 rojan bidin ragihandin ku wê taybet bi tundûtîjiya ku li ser jinan li Herêma Kurdistanê û li Êraqê heye be.

Her weha di heman demê de, Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK)ê ji hemûyan xwest ku kar û çalakiyên xwe bi girîngdayîna kêmkirina û li dijî zordarî û tundûtîjiya li Herêma Kurdistan û li Êraqê ya ku li hemberî jinê heye.


Hêjayê gotinê ye ku roja 25’ê mijdarê di sala 1993`an ji aliyê Neteweyên Yekbuyî ve, bi roja cîhanî ya nehîştina zorbasî û tundûtîjî yê li dijî jinan hatiye destnîşan kirin. Ew jî wek derbirîneke azad û nepejirandin û şermezarkirina li ser ew kiryar û êrişên qirêj ku di dîrokê de li ser kesayetiya jinê hatiye kirin tê bi bîranîn kirin.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket