Li Dêrikê gavek ji bo piştgiriya aboriya jinan

Jin‌‌ 01:51 PM - 2020-11-22
.

.

Endamên Kongreya Star a Dêrikê bi armanca piştgiriya aboriya jinan dest bi çandina genim û zebzeyan kirin.

Bi armanca pêkanîna rêgeza xwetêrkirinê û peydakirina derfetên kar ji malbatên gundên Dêrikê re, Kongreya Star ji endamên xwe re 15 hêktar ji bo çandina genim û 15 hêktar ji bo çandiniya mewsimî re diyar kir.

Endamên Kongreya Star tovên genim û sebzeyên mewsimî ji Komîteya Rêveberiya Zeviyan a girêdayî Şîrketa Pêşxistina Civaka Çandiniyê ya Dêrikê wergirtin.

Kooperatîf ji 7 jinên ji bajarokê Eyn Dîwar pêk tê. Wecîha Temo ya çavdêriya projeyê dike ji ANHA'yê re axivî û wiha got: "Her endamekê 375 hezar lîreya Sûriyê ji bo kirîna genim, derman û semad da. Rûbera ji bo çandiniyê hatiye diyarkirin, 30 hêktar e, jê 15 hêktar ji go genim û 15 hêktarên dîtir ji bo sebzeyan e."

Beşdareke projeyê yê bi navê Ayşe Xalid diyar kir ku Kongreya Star a Dêrikê alîkariya jinan dike da ku pêdiviyên mewsima niha dabîn bikin.

Gelek jinên ji Dêrikê beşdarî kooperatîfên çandina tevahî cureyên sebzeyên zivistan û havînê bûn. Bi rêya van projeyan pêdiviya sûkê ji sebze û hwd ji berhema herêmê ya mewsima borî, peyda dibe.

PUKmedia-ANHA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket