Ciwanekî kurd li Swîd hat teror kirin

Tarawgeh‌‌‌‌ 05:08 PM - 2020-11-17
.

.

Ciwanekî kurd li Swîd di hotêleke Stukholmê de hat teror kirin.

Ciwanê Kurd Bilêse Omer Sabîr ku xelkê bajarê Raniyayê ye li bajarê Stukholmê di hotêlekê de termê wî hat dîtin.

Li gorî zanyariyên destpêkê ku ew ciwanê kurd ev çend rojin nûçeya wî nema bû, lê duh polîsê Swîdê kesên nêzîkî wî agahdar kirine ku termê Bilêse di yekeke ji hotêlên Stukholmê de hatiye dîtin.

Her çiqas polîsê Swîdê tiştekî li ser terorkirina Bilêse nabêje, lê tê gotin ku ew ciwanê kurd bi pîlan hatiye teror kirin.
Hêjayî gotinê ye ku ciwanê kurd Bilêse Omer di sala 2014`an de, di dema êrişên DAIŞAê li ser Kobanê wek şervanekî YPGê beşdarî berevanîkirina li Kobanê kiriuye û ev demeke vegeriya Siwîdê ku li bajarê Stukholmê nîştecih bibû, lê duh termê wî di hotêlekê de hat dîtin.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket