Yekîtiya me kurdan hebe, yekîtiya Sune û Şî`ayan ne xem e

Nêrîn 04:35 PM - 2020-11-15
Hozan Efrînê

Hozan Efrînê

Yekîtiya me kurdan hebe, yekîtiya Sune û Şî`ayan ne xem e.

Yekîtiya rêzên gelê kurd li her çar aliyên Kurdistanê girîngiyeke dîrokî ye. Lê mixabin heya niha aliyên me ên siyasî kurdî neghiştine wê rastiyê ku êdî pêwîste ew girîngiya li ser bê rawestandin û destkeftên gelê kurd ên dîrokî bêne parastin.

Mixabin ji komploya duhî ku di parlemana Êraqê de li ser pêşeroja jiyanî yê gelê kurd ji aliyê herdu aliyên erebî bi Sune û Şî`ayên xwe ve ku dengdan li dijî pişk û xisteya aborî ya gelê kurd li Herêma Kurdistanê dan.

Ev yek pêwîste baş were nirxanin baş were lêkolîn kirin baş were nas kirin baş were zelal kirin baş were șirove kirin ku sedema wê yekê çiye.?

Bi nerîna min ku dema yekîtî û yekrêziya aliyên siyasî kurdî tune be, wê demê er kes wê xençerên xwe ên zingarî li pişta me de lêde.

Ji ber wê yekê yekîtî çarseriya herî guncaw e. Bê yekî û hevrêzî di navbera aliyên kurdî de tiştek bi destê gelê kurd de namîne ne li Başûr û ne jî li Rojavayê Kurdistanê.

Min di gotara xwe ya beriya çend rojan ku derbarê şerê birakujî yê de jî hinek ji van ratiyan anîbûm sernivîs. Dema ku aliyên kurdî nakokdar bin, hevdij û neyarên me bihêzdibin û rewabûna doza kurdî wunda dibe.

Hozan Efrînê

13-11-2020

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket