Nerînên derbarê 3 salvegera koça Mam Celal
kurdistani 05:06 PM - 2020-10-05.
Ber bi 3`mîn salvegera jidestdana Sembola Netewî ya Kurd
Di roja 3-10-2020`an, wê 3amîn salvegera koça dawî ya sembol û serwerê netewe ya Kurd Mam Celal bê bi bîranîn kirin.
Mam Celal rewanşadê neteweya kurd tu ji bîr nabê. Rêber û serwerê gelê xwe di dil û hizrê gelê xwe de bi cih dike.
Mam Celal jî yek ji wan rêberên ku bi erkên xwe bû sembola netewa kurd.. 3 sal beriya niha gelê kurd rêberekî watedar û bi lîmet ji dest da
Qunsilxaneya Amerîkî : Mam Celal rêbereke zane û qehreman bû
Bi hatina sêyemîn salvegera koçadawiya Mam Celal Talebanî , qunsilxaneya Amerîkî ya li Hewlêrê peyamek belav kir û ragihand ku Mam Celal rêbereke zane û wêrek di rewşa zehmet yê Êraqê de bû.
Her wiha qunsilxaneyê di belavoka xwe de serxweşî arasteyê gelê Kurdistan û Êraqê kir ,û tekez kir ku serok Mam Celal di birêveberina Êraqê de zane û qehremantiya xwe pêşkêş kiribû di wexteke ku welat di rewşên astengdar re derbas dibû de
Mesûd Barzanî; Ez niha bi ziyan û jidestdana Mam Celal hesyam
Peyama Mesûd Barzanî bo salyada Mam Celal
Birazeyên min kak Bafil û kak Qubad.
Di salvegera 3 sal bi ser koça dawî ya birayê min ê rêzdar Mam Celal de di gel pêşkêşkirina rêz û pêzanînê bo rola bi bandor ê nemirî berêz de di serdema xebata şoreşgerî di tevgera rizgarîxwaza gelê me û di dema serokkomartiya Êraqê deku yekem serokkomar kurd bû, niha ez bêhtir ji hemû deman hest bi ziyankirineke mezin dikim ku me ji dest xwe daye.
Hîvîdar im ku hûn jî di riya bavê xwe de dirêjpêder bin tako xewnên gelê mebi cihbînin û dûrnekevin li yekrêziya nîştimanî.
Apê we Mesûd Barzanî
Rêwaz Fayq:Mam Celal xwedî roleke dîrokî û bingehîn bû
Bi amadebûna hemî endaman Parlemana Kurdistanê jibo bîranîna sêyemîn salvegera sêyamîn a koçadawiya Mam Celal Talebanî merasîmek lidarxist.
Seroka Parlemanê Rêwaz Fayq di heyama axaftineke xwe de got îro 3 salvegera mirima Pêşmerge û fermandar û têkoşerê mezin Mam Celal e, bi vê boneyê em bejna xwe lihemberê ditewînin, Mam kesayeteke mezin e xwedî roleke mezin ji hemû astan re bû, roleke mezin di şoreşa Eylolê de lîstibû û,di têrîja şoreşa nuh de jî rol hebû.
Ji bo avakirina Êraqa nuh Mam Celal têkoşîn digel heval û serkarên aliyên siyasî yên din kiribû , jibo çandina mafên destûrî ji gelê kurdistanê re di destûra Êraqê de dixebitî . Di dema ku posta serokkomartiyê bi dest xistibû de li ser yekîtiya ref û hevsengiya di navbera hemû pêkhatan de li ser asta navdewletî û herêmê kar dikir û meydana Îraqê ji şer dûr dixist.
Her wiha Rêwaz amaje bi wê yekê jî kir ku Mam Celal yekîtiya refa kurdî diparast ,zehmeta ku valahiya wî tijî bibe , destnîşan kir ku piştî mirina Mam Êraqê pişteke sereke yê hezkirin û nêzîkbûna di nav gel de winda kir.
Cabok: bi çûndina Mam Celal hevsengiya siyasî winda bû
Siyasetmedara Tirkman ,endama Encûmena Hikûm ya berî Sungil Cabok tekez kir ku rola Mam Celal di avakirina Êraqa nuh xwedî roleke mezin bû.
Di salvegera sêyemîn yê koçadawiya Mam Celal de, Cabok ragihand ku îro sêyemîn salvegera mirina Mam Celal bi ser me derbas dibe bûyereke zor xemgîne ji bi ku Mam ne tenê serokê Êraqiyan bû lê bavê hemûyan bû .
Amaje bi wê yekî kir ku Mam Celal wê her xweş bimîne , bi çûndina wê hevsengiya siyasî û civakî têk çûye , siyasetek li cem wî hebû hemû alî nêzîkî hev dikirin.
Tariq Herb:Mam Celal bi pêşniyareke destûrê Êraqrizgar kir
Îro sêyemîn salvegera koçadawî yê serok Mam Celal bi ser me re derbas dibe ,ku valahiyeke mezin li meydana siyasî li Herêmê û Êraqê hîştiye.
Derbarê rola Mam Celal di avakirina Êraqa nuh de pisporê qanûnî Tariq Herb ji PUKmedia`yê re ragihand ku rola Mam di avakirina Êraqê de gelkî mezin e, dema nivîsandina bendên desturê tirs li cem aliyên Sinî derketibû ji ber ku aliya Şîa di encûmana Nûneran de bêhtir bûn , danûstandin û cudahî derbarê wê yekê derketibû, lê Mam Celal tevlî cudahiyê bû û bi asanî çareser kir û pêşniyar kir ku bend kir ser madeya 142 yê desturê.
Destnîşan kir ku benda 4 ji madeya 142 yê desturê serok Mam Celal pêşniyar kiribû ku dibêje " Referandûma li ser bendên guhertî dê bi pejirandina piraniya hilbijêran serkeftî be. bi vî pêşniyarê Mam Êraq ji cudahiyan rizgar kir û ne hêşt Destûr bê betal kirin.
Herb amaje bi wê yekê jî kir ku piraniya yasayan di dema Mam Celal de biserketin û heke Mam hebûwe ev alozî wê hemû rabana û bihatana çareserkirin ji ber ku Mam mîna çadireke komkirinê ji hemû siyasetmedaran re bû .
Mam Celal mîrata ku hemû sud jiê bigrn bicih hîşt
Bi boneya salvegera sêyemîn yê koçadawiya Mam Celal Talebanî , politburoua Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê peyamek belav kir.
Politburoyê di peyama xwe de got:
"di sê sal beriya niha de gelê kurdistanê û hemû Êraqê û oparesyona siyasî û aştî û pêkvejiyanê têkoşerek ku temena xwe di têkoşîna rizgarîîxwezê û demokrasiyê de derbas kiribû Mam Celal jiyan ji dest dabû , destnîşan kir ku bi mirina Mam Celal gelê Êraq û azadî û demokrasîxwez li cîhanê xemgîn bûne.
Her wiha boruya siyasî tekez kir ku pêwîstiya Yekîtiya Niştimanî û gelê kurd û teyara demokratîk li navçeyê bi ezmûn û hikma Mam Celal heye ku mîrateyek dewlemend ji hemû aliyan re hêştiye ku sud jê werbirin .
Serkirdeyeteiya nuh yê YNK li ser nexşerêya serok Mam diçe û soz dide ku felsefeya Mam Celal wê her tin li pêş be û wê li ser wê yekê xebat bikin da ku armancên niştimanî û demokratî yê gelê kurd pêk bînin.
Dimlocî: Mam Celal Sosiyalîsta navneteweyî bi partiyên Êraqî da naskirin
Roja 3-10-2020 sêyemîn salvagera mirina Mam Celal e, ku valahiyeke mezin di qada siyasî li Herêmê û Êraq û cîhanê de hêştiye.
Kesayeta siyasî ya navdar Meyson Dimlocî tekez kir ku rola serok Mam Celal di avakirina Êraqa nuh de gelekî mezin e, Meyson ku çalakvanê mavdar yê mafê jinê ye di daxuyaniyeke taybet ji PUKmedia`yê re ragihand ku rola Mam Celal gelkî mezin û pişta herî mezin yê jinê bû.
Meyson amaje bi wê yekê jî kir ku nemir Mam Celal di sala 2003 de bang li endamên encûmena hikim û aliyên siyasî yê Êraqê kir ku di kongireya sosiyalîst ya navdewletî de beşdar bin ,ku ne ji Yekîtiya Niştimanî ba sosiyalîsta navdewletî Êraq nasnedikir.
PUKmedia
hewal ziyatr
-
Qubad Talebanî: Her rojek bîranîna tawanekê ye
05:53 PM - 2024-04-24 -
Serok Bafil beşdarî merasîma cenazeyê rêheval Elî Şemar dibe
07:47 PM - 2024-04-23 -
Serfermandarê hêzên Alman serdana aramgeha Serok Mam Celal kir
12:49 PM - 2024-04-23 -
Silêmanî… Merasîma xelata zêrîn a Bile birêve diçe
10:45 AM - 2024-04-23
zêdetir tamaşe bike
Serok Bafil: Yekîtî berdewame ji bo qerebûkirin û xizmetkirina xelkê Qeladizê
02:16 PM - 2024-04-24
Amerîka: Rewşa azadî û mafên mirovan ber bi paşvebûnê ve diçin
01:51 PM - 2024-04-24
50 Sal bi ser bombebarankirina Qeledizê û Zanîngeha Silêmanî re derbas bû
09:45 AM - 2024-04-24
Merasîma xelata zêrîn a Bile birêve diçe
05:11 PM - 2024-04-23
zortrin xwendraw
-
50 Sal bi ser bombebarankirina Qeledizê û Zanîngeha Silêmanî re derbas bû
Kurdistan 09:45 AM - 2024-04-24 -
Serok Bafil: Yekîtî berdewame ji bo qerebûkirin û xizmetkirina xelkê Qeladizê
Kurdistan 02:16 PM - 2024-04-24 -
Amerîka: Rewşa azadî û mafên mirovan ber bi paşvebûnê ve diçin
Kurdistan 01:51 PM - 2024-04-24 -
Hewlêr û Bexda di tomarkirina binpêkirinan de di pêş de ye
Rêportaj 09:14 PM - 2024-04-24 -
Qubad Talebanî: Her rojek bîranîna tawanekê ye
Kurdistan 05:53 PM - 2024-04-24