Civîna YNK û Yekgirto dest pê kir

kurdistani 05:52 PM - 2020-07-08
 Civîna YNK û Yekgirto dest pê kir

Civîna YNK û Yekgirto dest pê kir

Li bajarê Silmaniyê Civîna di navbera şanda YNK û Yekgirto de dest pê kir.

Kêmek beriya niha ango îro roja çarşemê 8-7-2020`an, li bajarê Silêmaniyê şanda Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK)ê û yê Yekgirtoya Îslamî ya Kurdistanê li hev civiyan.

Di wê hevdîtina du alî ku di navbera şanda  Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK)ê û yê Yekgirtoya Îslamî ya Kurdistanê de dest pêkirî li ser rewşa siyasî û aborî û pêşhatên di pêşerojê de gotûbêj kirin.

Her weha di dawiya wê civîna du qolî de, herdu aliyan konferanseke rojnamevanî lidar xistin û bi vê awayî naveroka wê civîna du qolî anîn ser ziman.

Berpirsê malbenda 1 yê Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK)ê li Silêmaniyê Ceza Seyid Mecîd raihand ku pêwîste em tev bi hev re alozî û qeyranên heyî derbas bikin û rewşa jiyanî yê xelkê baş bikin.

Di dirêjahiya axiftina xwe de aşkire kir ku hevserokatiya Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK)ê baweriya xwe bi xweşkirina peywendiyan di navbera hemû aliyên siyasî kurdî heye.

Her weah Yekgirtoya Îslamî ya Kurdistanê jî ragihand ku Ewan wek Yekgirto projeya nenavendî yê dipejirînin û piştîgirî lê dikin.
Aşkire kir ku pêwîste hikûmet jî budceyê jê re zêde bike tako zêdetir bikanibe kontirolê rewşa heyî bike û nabe dest bidib bi ser mûçeya fermanberan û kêm bikin.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket