Serokkomar terorkirina Haşimî şermezar kir

kurdistani 12:47 PM - 2020-07-07
.

.

Serokkomar Dr. Berhem Salih kiryara terorkirina şirovekar û şareza Haşimî şermezar kir.

Piştî ku duh roja duşemê 6-7-2020`an, şirovekarê siyasî ê navdar ê Êraqê Hîşam Haşimî ku li ber mala xwe ji aliyê komeke nenas ve hat terorkirin, serokkomarê Êraqê Dr. Berhem Salih ew kiryar bi tundî şermezar kir.

Di tiwîteke xwe de serokkomarê Êraqê Dr. Berhem Salih amaje bi kiryarên terorîstî ku li dijî şirovekarê ramyarî Hîşam Haşimî kir ku li ser destên kesên li dervayî yasayan ve hat teror kirin ku ev tawan a qirêj li dijî mirovekî Êraqî ku mafê xwe bi jiyaneke azad û bi rûmet hebû pêkhat. Ew li dijî hemû nirxên welatê mene.

Di dirêjahiya nivîsa xwe de, serokkomar aşkire kir ku pêwîste tawanbarên wê kiryarê bêne aşkire kirin û yekser radestî dadweriyê bin tako ewlehî û aramî ji welatê me re bê bicih kirin.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket