YNKê; Serxweşî li malbata Kesnezan kir

kurdistani 08:57 PM - 2020-07-04
.

.

Hevserokatiya Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK)ê Serxweşî li malbata rêberê rêka Qadirî ê Kesnezan kir.

Di pirsnameya hevserokaetiya Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê de hatiye ku bi xem û xemgînî me nûçeya koça dawî ya rêberê rêka Qadirî ya Kesnezanî ku li Amerîkayî koça dawî kiriye bihîst, em bi vê boneyê bi we re xembarî û xemgîniyê parve dikin.

Her weha di wê pirsnameya hevseroketiya YNKê de hatiye ku bi vê boneya xemgîn a koça dawî rêberê rêka Qadirî li Kurdistan, em serê hemû mislimanan û bi taybetî ên li ser şopa rêka Qadirî yê Kesnezanî li Kurdistan û li Cîhanê sax û xweş dikin.

Di peyama serxweşiya hevseroketiya YNKê daşkire kir ku nemir Mihemed Ebdulkerîmê Kesnezanî dostê nêzîkî serokê rewanşad Mam Celal bû. Ew kesayetiyekî olî û civakî û xwedî bandor bû di nava cîhana Îslamî de û xwedî riya mirovahî bû ku mirûd û derwêşên wî li 92 welatan hene.

Bi vê boneya xemgîn, careke din em serxweşî li hemû kes û aliyan dikin û em bawerin ku hûn neviyên şêx û rêberê rêka Qadirî ê Kesnezanî ne, hûnî di şopa wan de dirêjpêder bin ji ber ku raman û bîrên wan mêyenrewin û dadwerin ku hevjiyanî bi hemû pêkhat û olan re parve dikirin.
Dilovaniya Xwedê lê be û cihê xwe beheşt be ji we re silav û rêz.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket