Hejmara pêketiyên bi Koronayê 11 milyon kes derbas kir

kurdistani 11:37 AM - 2020-07-04
Hejmara pêketiyên bi Koronayê 11 milyon kes derbas kir

Hejmara pêketiyên bi Koronayê 11 milyon kes derbas kir

Li seranserî cîhanê hejmara kesên bi vîrusa Koronayê ketine 11 milyon kes derbas kir û hejmara kesên bi wê vîrusê canê xwe jidest dane jî nîv milyon kes derbas kir.

Li gor amaran, Amerîka welatê herî zêde ku welatiyên wê bi vîrusa Koronayê ketine ye, ku hejmara pêketiyan gihîştiye 2 milyon û 758 hezar û 871 kesan. Herwiha zêdetir ji 128 hezar û 906 kesan canê xwe jidest dane.

Di pileya duyem a zêdebûna qurbaniyan de Brazîl piştî Amerîka tê, ku 1 milyon û 495 hezar 628 hezar kes li wî welatî bi vîrusa Koronayê ketine û zêdetir ji 61 hezar û 862 kesan canê xwe jidest dane.

Herwiha Rûsya di pileya sêyemîn bi 667 hezar û 883 pêketiyan tê, lê rêjeya mirina bi Koronayê kêmtir e, ku heta niha 9 hezar 859 kesan canê xwe jidest dane.

Di pileya çarem de Hindistan tê, hejmara kesên bi vîrusa Koronayê ketine gihîştiye 646 hezar 924 kesan, ji wan jî 18 hezar û 656 kesan canê xwe jidest dan.

PUKmedia/Ajansan

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket