Salvegera 95`an a bi darvekirina Şêx Seîdê Pîran

kurdistani 12:24 PM - 2020-06-30
.

.

Duh roja duşemê 29-6-2020`an, salvegera 95`an a rêber Şêx Seîd bû.

95 sal berê, li Amedê paytexta Kurdistanê, rêberê kurd serkirdeyê serhildana Palo û gênc û Pîranê li Bakurê Kurdistanê nemir Şêx Seîdê kal û 28 hevalên wî ji aliyê hikûmraniya Tirkiye ve hat bi darve kirin.

Beriya rêber Şêx Seîd bi darvekin, mafê axiftinê wergirt û wiha axiftina xwe ya dîrokî pêşkêş kir û bû milkê nifşên kurd heta hetayî;

“Ji bo min ne xeme ku hûn min bi van sêdaran ve daleqînin. Bê guman têkoşîna min ji bo Xweda û Dîn e.”
“Ez niha dikim ku xatirê xwe ji vê jiyana fanî bixwazim. Ez ne poşman im ku fedayê gelê xwe bûme. Bi tenê bila neviyên min li hemberî dijminên min, min stûxwar dernexînin.”

Hazar dilovaniya Xwedê li rewanpakiya te û hevalên te be.

Hêjayî gotinê ye ku bi rêbertiya Komela Azadî ya Kurdistanê û bi destê rêberê gel rewanşad Şêx Seîd Efendî û rêhevalên wî li Pîranê di Sibata 1925an de serhildana ku çêbû . Lê mixabin di Hezîrana heman salê de Şêx Seîd û rêhevalên xwe hatin bidarvekirin.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket