Silêmaniyê bajarekî wêjeyî ji bo(UNESCO) yê

kurdistani 04:42 PM - 2020-06-21
.

.

Bajarê Silêmaniyê wek bajarekî çand û wêjeyî ji bo(UNESCO) yê hat pajirandin.

Rêxistina ser bi Neteweyên Yekbûyî ya ji bo zanist û çandê (UNESCO) bajarê Silêmaniyê wek bajarê çand û wêjeyê naskir û logoya bajarê Silêmaniyê wek bajarê Wêje û çandê pejirand.

Di wê barê de, parêzgarê Silêmaniyê Heval Ebu Bekir di belavokekê de ku PUKmedia`yê dişopand aşkire kir ku Rêxistina Navneteweyî bajarê Silêmaniyê wek bajarê çand û wêjeyê naskir û pejirand û logoya (UNESCO)yê a fermî jî li ser logoya Silêmaniyê ket.

Her weha ew logoya bajarê Silêmaniyê ku wek bajarê afrêner di biwarî çand û wêjeyê de ji aliyê hunermend Diyarî Osman ve wek logoya bajarên afrêner ên di cîhanê de hatibû saz kirin.

Hêjayê gotinê ye kudi sala 2019`an de 66 bajarên cîhanê ku Silêmaniyê jî di nav de bû wek bajarên afrêner di biwarê çand û wêjeyê de hatibûn hilbijartin û bajarê Sineyê li Rojhilatê Kurdistanê jê wek bajarê afrênerê di biwarê mûzîkê de hatibû hilbijartin.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket