Li Efrînê teqîn,birîndar hene

kurdistani 10:43 AM - 2020-06-21
Li Efrînê teqîn,birîndar hene

Li Efrînê teqîn,birîndar hene

Duh li bajarê Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê otomobîleke bombekirî teqiya, di encamê de 4 kes bi giranî birîndar bûn.

Li gor ragihandina jêderan ku li cadeya Vîlat ya navendê bajêr bombe teqiya 4 kes birîndar bûn di nav de zarok hene, agirê piştî teqînê derketiye ji aliyê tîmên agirbestê ve hatiye vemirandin û birîndar bo nexweşxaneyê hatine veguhestin, lê heta niha ti agahî derbarê teqînê ne hatine bidestxistin.

Her diçe rewş li Efrînê xirabtir dibe bê navber û her çend roja teqîn rû didin û ziyan dighîne can û mal û milkên sivîlan ,welatî daxwaz ji rêxistinên parastina mirovan daxwaza çareseriyeke rewşê dikin da ku bi aramî bijîn ji ber ku jiyana wan di metirsiyê de ne.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket