Partiya Demoqrat a Pêşverû ya Kurd li Sûriyê ( 63 ) sal xebat li dijî Zordariyê
kurdistani 10:53 PM - 2020-06-13.
Dîrokeke dagirtî û pêşerojeke geş
Di çardehê Cehzerana sala 1957an de û berî bi 63 salan hejmarek ji pêşeng û tekoşerên kurd yekem rêxistina rêzanî ya kurdî li Kurdistana Sûriyê bi navê ( Partiya Kurdên Demoqratên Sûrî ) damezrandin ji bo rêbertiya cemawerê gelê kurd û berevaniyê di ber doza netewî ya kurdî de li Kurdistana Sûriyê bike û xewn û hêviyên gelê kurd di welatekî Demoqrat de pêk bîne, Lê piştî demeke kurt ji damezrandina partiya me yekîtî di navber herdu welatan Sûriyê û Misirê de çêbû wê demê dest bi girtina xebatkarên siyasî kirin û di wê demê de hêzên istixbaratên sûrî hemî heval û dost û kadirên partiya me girtin û hevalekî me nema û zordarî nedît ji Lêxistin,kehrebe û kotek û işkenceyên hovane, Lê vîna gelê kurd û Hişmendiya rêbaza partiya me ji hêz û çavsoriya wan celadan bi hêztir bû, Lewre di sala 1960 de serkirdayetiya partiya me biryarek stand bi vêxistina Agirê Newrozê li sêsid û şêst gundî kurdaxê da ku neyarên gelê kurd zanibin ku kurd û tevgera netewî ya kurdî ne tenê li Cizîrê ye lê belê ji wê zêdetir li Kurdaxê ye jî, Ji wê rojê de hişyarbûna netewî di nav gelê me de dest pêkir.
Li ser Asta Niştimanî ya Sûrî
Piştî sala 1970 partiya me zêdetir di nav tevgera niştimanî ya sûrî de xebitî û bi rolekî çalak di nav meydana siyasiya sûrî de cih girt û bi taybetî di dema damezrandina (Ragihandina Şamê) de û wiha xebata xwe berdewam kir di meydana niştimanî ya sûrî de , Lê piştî ku bayê guherînê bi ser Rojhilata Navîn de hat partiya me daxwaza li darxistina kongirekî niştimanî kurdî kir û bang li hemî aliyên tevgera kurdî kir ji bo li darxistina kongira kurdî.
Li ser Asta Netewî ya Kurdî
Ji roja damezrandina Partiya Demoqrat a Pêşverû ya Kurd li Sûriyê di çardehê Cehzerana sala 1957an de xebata me herdem ji bo parastina hebûna kurd û nasnameya netewî ya kurdî bû , Û bi dirêjahiya salan ji jiyana xwe ya xebatkarî de partiya me berdewam bû di piştgiriya tekoşîna gelê kurd li Kurdistana Başûr , Bakur, û Rojhilat de , û di vê derbarê de kedkariyek mezin daye , Herwiha xebatek bê hempa kiriye ji bo pêkanîna peywendiyên du alî bi tevgera Azadîxwaza Kurdistanê re li ser bingeha rêzgirtina gelê kurd û doza netewî ya kurdî li Kurdistana Sûriyê , û herdem tekez kiriye ji bo taybetmendiya tevgera rêzaniya kurdî li Kurdistana Sûriyê û ji bo pêkanîna xewn û hêviyên miletê me di welatekî Demoqrat û Azad de , Lewre Partiya Pêşverû bi dirêjahiya salan rastî gelek dûjin û astengiyan hatiye û gelek êş û azar dîtine ji çavsorî û zordariya rêjîma dîktator li ser gelê me û herî zêde hovîtiya wan bi kadir û hevalên me re ji kehrebe , kotek û işkenceyên giran ji aliyekî ve , û ji ber nezantiya civaka me di wê demê de ji aliyekî din ve , Herwiha di jiyana me ya Partîzanî de û di gelek qonaxên xebatê de şerê me hatiye kirin carekê bi behaneya Markisiya Lênînî û carekê jî di bin navnîşana Berzanî û Berzanîzmê de, Tevî ku dijminê me bi tundî şerê me dikir , Lê tu carî me ji neyarên gelê xwe re negot Erê û me koletî nepejrand û me miletê xwe danexist bazarên siyasî, û li hember vê yekê li gor karîn û zanîna xwe Partiya Pêşverû herdem bi vîna gelê kurd û bi rêbaza xwe ya hişmend xebat û tekoşîna xwe berdewam kiriye ji bo Azadiya gelê kurd û parastina xaka kurdî.
Hevalên xebatkar û cefakêş
Bîranîna 63 saliya damezrandina partiya me li me dibe mêvan Bûka welatê me Herêma Efrînê û Serê kaniyê û Girê sipî hîn di bin agirê dagîrkeriyê de ne, Dewleta Tirk bi hovîtî û çavsoriya xwe berê xwe da gelê me yê Azadîxwaz û mirovhez û bi direjahiya 58 rojan bi hemî çekên xwe yên giran berdewam bû di topbarankirina bajarê Efrînê de , Li beramberî vê bêtarê Patiya Pêşverû xwedî helwestên wêrek û bîrbir bû li pêş dost û dujminan û bi taybetî şermezarkirin û nebeşdarbûna me di kongireya (Sotşî) de û gelek pêşinyar û destpêşxeriyên din hatin kirin wek : Radestkirina Herêma Efrînê ji Dewleta Sûriye re da ku rê li ber dagîrkerên Tirk were danîn ji ber ku Herêma Efrînê Herêmeke Kurdî-Sûrî ye , Herwiha pêşinyarkirina vekişîna hêzên Ypg ji aliyekî ve û vekişîna hêzên Tirkî ber bi sînorê dewleta xwe de ji aliyekî din ve û avakirina rêveberiyeke sivîl ji xelkê herêmê re , Lê mixabin kes bi Hawara me nehat û piştî pêncî û heşt rojan hêzên dagîrkeriya Tirkî û çete û çolaxên bi navê artêşa niştimaniya sûrî (Artêşa Azep) têne naskirin di bin silogana (Elah û Ekber) de derbasî navenda bajarê Efrînê bûn û dest bi talankirina vê herêma bêrdar kirin.
Di vê çarçewê de û di derbarî vê rewşa awarte û hestiyar de ya ku di ser welatê me re derbas dibe Partiya Demoqrat a Pêşverû ya Kurd Du kongir girîng û çarenûsî kongirê Çardemîn û Pazdemîn li darxist , Di herdu kongiran de jî bi helwestin wêrek û biryarin pêşketî û bi pirojeyeke rêzanî nuh li gor nêrîn û rewşa gelê kurd li Kurdistana Sûriyê bi derket û herî zêde li ser du xalên bingehîn rawestî : Ber bi Sûriyak Demoqrat û yekgirtî dûrî tund û terorê.
Yekîtiya Helwesta Kurdî di vê dema nazik û hestiyar de û avakirina biryara rêzaniya kurdî li Kurdistana Sûriyê.
Li ser Asta Kurdistanî
Piştî 63 salan ji kar û xebata partîzanî , Partiya Pêşverû pabende bi rêbaza xwe ya netewî di piştgîriya Tevgera Rizgarîxwaza Kurdistanê de, û bi vîna gelê xwe di xebata xwe de berdewam e , û Tekoşîna xwe di ber berevaniya doza kurdî li Kurdistana Sûriyê dike û herwiha partiya pêşverû bi rolekî girîng radibe di nêzîkirina hêzên kurdî de û di xêzkirina siyaseta kurdî de di nav tevgera Azadîxwaza Kurdistanê de.
Bi hatina vê roja pîroz û şadî Ez bejna xwe li ber giyanê damezrener û sekreterê partiya me Mamoste Ebdilhemîd Derwîş û hemû pêşengên ku rêya xebatê ji mere vekirine diçimînim.
Herwiha ez germtirîn silav û pîrozbahiyan li hevalên xwe di Nivîsgeha Rêzanî û Komîta Navendî de dikim Herwiha ez hemî heval , dost û xebatkarên partiya me silav dikim û cejina tevahî gelê Kurd pîroz dikim û Hawara xwe dighînin hemî rewşenbîrên me kesên Partîzan û Serbixwe û ez dibêjim ber bi xebatek zêdetir ji bo bidawîkirina dagîrkeriyê û pêkanîna xewn û hêviyên gelê me di welatekî Azad û Demoqrat de.
Bijî bîranîna (63) saliya damezrandina P.D.P.K.S
Sed silav li giyanê heval Ebdilhemîd Derwîş û li giyanê hemî hevalên me yên damezrener
Sed silav li giyanê Pakrewanên Partiya Pêşverû û li hemî pakrewanên Tevgera Azadîxwaza Kurdistanê
Mirin ji neyarên gelê Kurd re
Serkeftin ji doza Netewî ya Kurdî re
13 / 6 / 2020
Hişmend şêxo
Endamê Komîta Navendî ya
Partiya Demoqrat a Pêşverû ya Kurd li Sûriyê Kêmtir Bibîne
23 Şîrove
hewal ziyatr
-
Serok Bafil beşdarî merasîma cenazeyê rêheval Elî Şemar dibe
07:47 PM - 2024-04-23 -
Serfermandarê hêzên Alman serdana aramgeha Serok Mam Celal kir
12:49 PM - 2024-04-23 -
Silêmanî… Merasîma xelata zêrîn a Bile birêve diçe
10:45 AM - 2024-04-23 -
Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan serdana Hewlêrê dike
10:48 PM - 2024-04-22
zêdetir tamaşe bike
PUKMEDIA hin nîqaşên di navbera Sûdanî û Blinken de diweşîne
04:52 PM - 2024-04-23
Qubad Talebanî daxwaza rakirina qedexeya ser firokexaneyê kir
12:14 PM - 2024-04-23
Xelata Bile Zêrîn ên sala 2024’an dê bên dayîn
10:09 AM - 2024-04-23
Serokomarên Iraq û Tirkiyeyê: Divê pirsgirêk bi diyalogê bên çareserkirin
03:59 PM - 2024-04-22
zortrin xwendraw
-
Qubad Talebanî daxwaza rakirina qedexeya ser firokexaneyê kir
Kurdistan 12:14 PM - 2024-04-23 -
Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan serdana Hewlêrê dike
Kurdistan 10:48 PM - 2024-04-22 -
Merasîma xelata zêrîn a Bile birêve diçe
Kurdistan 05:11 PM - 2024-04-23 -
Xelata Bile Zêrîn ên sala 2024’an dê bên dayîn
Kurdistan 10:09 AM - 2024-04-23 -
Silêmanî… Merasîma xelata zêrîn a Bile birêve diçe
Kurdistan 10:45 AM - 2024-04-23 -
Serfermandarê hêzên Alman serdana aramgeha Serok Mam Celal kir
Kurdistan 12:49 PM - 2024-04-23 -
PUKMEDIA hin nîqaşên di navbera Sûdanî û Blinken de diweşîne
Kurdistan 04:52 PM - 2024-04-23 -
Serok Bafil beşdarî merasîma cenazeyê rêheval Elî Şemar dibe
Kurdistan 07:47 PM - 2024-04-23