Êraq; 1252 pêketî û 33 mirin bi Korona hatine tomar kirin

kurdistani 06:59 PM - 2020-06-06
.

.

Li tevahî parêzgehên Êraqê di 24 demjimêran de, 1252 pêketî û 33 mirin bi Korona hatine tomar kirin.

Wezareta tenduristiya Êraqê îro roja şemiyê 6-6-2020`an di belavoka xwe ku wêneyek ktiye destê PUKmedia`yê tê de ragiahnd; Di heyama 24 demjimêran de li Êraqê 1252 pêketî û 33 mirin bi Korona hatine tomar kirin.

Wezaretê Tenduristiya Êraqê di heyama wê belavokê de, aşkire kir ku di hemû teqîkirinên Êraqê de 12543 nimûmeyên pişkinînê ku îro roja şemiyê 6-6-2020`an hatine encamdan. Bi vê rengî hejmara giştî yê pişkinînên gumanlêkiriyên vîrusa Koronayê li sertanserî Êraqê ku ji destpêka derketina vîrusa COVID-19 de gihîşte (294444) kes.

Di dirêjahiya daxuyaniya belavoka wezareta tenduristiya Êraqê de, aşkire kir ku hejmara dawî bi vê rengî ye; Hejmara pêketiyên giştî ên vîrusa Koronayê 11098 pêketî ne, hejmara ên ku baş bûne jî 4904 kes in û hejmara ên ku di nexweşxaneyan de dimînin bi qasî 5876 kesan e û ên ku di bin çavdêriya tund de ne 60 kesin û 318 kes jî jiyana xwe ji dest dane.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket