Qubad Talebanî ; Gulebarankirina xwepêşanderan naye pejirandin

kurdistani 12:49 PM - 2020-06-05
.

.

Qubad Talebanî dibeje; Gulebarankirina xwepêşanderan naye pejirandin û pêwîse gel pabend be rênmayên tenduristiyê.

Cîgirê serokê hikûmeta Herêma Kurdsitanê Qubad Talebanî di peyamekê de, gulebarankirina li ser xwepêşanderan rexne kir û got ti carî em wê şêwazê na pejirînin.

Talebanî aşkire kir ku rûbirûbûna hikûmeta Herêma Kurdistanê li hemberî Koronayê pir lawaz bû ye û gel jî pabend nabe, bi vê rengî wê rewş bi aloziyan ve biçe û wê carfeke din Korona vegere û çare nabe.

Her weha bi riya peyameke vîdyoyî  daxwaz ji welatiyan kir ku mijara vîrusa Koronayê bi cedî wergirin, ji ber ku ew mijar ti peywendiyên xwe bi siyasetê ve nîne û eger em xwe neparêzin wê demê wê kerta tenduristiyê berevanî li Koronayê neke.

Ev jî deqa peyama cîgirê serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî ye..

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket