Çîçek Kobanê nehat berdan

kurdistani 05:12 PM - 2020-06-03
.

.

Li gor ajansa ANHA`Yê ku rûniştina pêşîn a derbarê Çîçek Kobanê li Dadgeha Cezayê Giran a Rihayê ya 5’emîn hate kirin. Çîçek ya ku Girtîgeha Tîpa T de ye tevlî rûniştinê bû.

Anha`yê aşkire kir ku Çîçek bi rêya wergêr bi Kurdî îfade da û diyar kir ku ew bi vîna xwe tevlî hêza herî rêxistinbûyî ya li Bakurê Sûriyeyê bûye, wê çek bi kar neaniye û di nav xebatên alîkariya mirovî de cih girtiye.

Hêjayî gotinê ye ku komên çekdar ên ser bi kwalisuyona Sûriyeyê ya ku ji aliyê Tirk ve tê piştgirîkirin, di operasyona dagirkeriyê Serêkanî û Girêspî de li gundê Mişrefa ya Eyn Îsa ya Rojavayê Kurdistanê di 21’ê Cotmeha 2019’an de Dozgin Temo (Çîçek Kobanê) girtibû.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket