Qubad Talebanî : YNKê hêviya me ye

kurdistani 04:59 PM - 2020-06-01
.

.

Qubad Talebanî di birûskeya xwe de wiha got: YNKê hêviya me ye

Bi boneya 45 salvegera damezrandina Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK)ê cîgirê serokê hikûmeta Herêmna Kurdistanê Qubad Talebanî pîrozbahî li gelê kurd û malbatên şehîd û li rewanpakiya pakrewanên YNKê kir ku ji bo azadî û parastina axa Kurdsitanê canê xwe feda kirin û tekoçêna Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK)ê bi cihê şanazî û hêviya gel da nirxandin.

Talebanî silavên xwe gerim arasteya hemû endam û alîgir û serkirdeyên Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK)ê kir û rewanpakiya serokê nemir rewanşad Mam Celal û pakrewanên doza gelê kurd jî bi bîranîn û silav kir.

Talebanî aşkire kir ku wî di pişt perdeyan de her dem hewil dida ku rewşa li Herêma Kurdistanê aram bike, lê bi vê boneya pîroz ku damezrandina Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK)ê ye û partiya Pkarewana ye, ez wiha dibêjim.

Ez yek ji YNKê me û armanca min ew e ku Yekîtî di hundirî Yekîtiya Nêştimanî ya Kurdistanê de ye.
Bihêzkirina rewana hevaltiyê di nava rêzên YNKê de û lihevhatina bi hevalên me ên dûrketine û nerihet bûne pêşbixin û serdana wan bikin û li deriyên wan yek bi yek bidin.

Em nikanin tiştekî bi dest bixin eger em hevdunegrin û yekrêzî di nava mala kurd de saz nekin. Em nikanin siyasetê bikin eger kîna kevin di hundirî zikê me de hebe.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket