Tenduristiya Silêmanî; Pêketiyekî din jiyan ji dest da

kurdistani 08:04 PM - 2020-05-31
.

.

Tenduristiya Silêmanî ragiahnd; Pêketiyekî din ê vîrusa Koronayê jiyan ji dest da.

Îro roja yekşemê 31-5-2020`an, li bajarê Silêmaniyê di hundirî nexweşxaneya taybet bi Koronayê, mêrekî kalê 75 salî ji ber nexweşiya bi vîrusa Koronayê jiyana xwe ji dest da. Wek hat gotin ku ew kesên ku jiyana xwe ji dest daye temen 75 saliye û xelkê devera Çemçemalê ye.

Her weha beriya çend demjimêran Rêvebiriya tenduristiya giştî ya Parêzgeha Silêmaniyê ragihand ku rewşa pêketiyê bi vîrusa Koronayê di nexweşxaneya taybet bi Koronayê li bajarê Silêmaniyê ne liheve û metirsîdar e.

Di wê barê de, peyvdarê fermî yê rêvebiriya giştî li Silêmaniyê De. Yad Neqişbendî ji PUKmedia`yê re ragiahnd; Reşwa nexweşekî pêketiyê vîrusa Koronayê ne liheve, her weha 30 kesên ku bi koronayê ketine rewşa tenduristiya wan ne başin. Lê mixabin niha jî nûçeya mirna wî mirovî hat ragiahndin.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket