Hawarê 45’mîn salvegera YNK’ê pîroz kir

kurdistani 05:21 PM - 2020-05-31
.

.

Bi hekefta 45’mîn salvegera damezrandina Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê, Rêxistina Hawar ya parastina zarokên Efrînê, germtirîn pîrozbahiyên xwe arasteya dost, alîgir, xweşdivî û endam û kadro û serkirdeyetî û hevserokên Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê dikin.

Ev jî deqa wê nameyê ye:

Em wek Rêxistina Hawar bi helkefta 45`emîn salvegera damezrandina Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê, bi dilekî xweş û geş li tevahiya dost, alîgir, kadro û berpirs û hezar silavan li rewanpakiya rewanşadê mezin ê gelê kurd serokkomarê Êraqê yê berê û sekreterê giştî yê Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK)ê, nemir serok Mam Celal be.

Weke em dizanin partiyên mîna Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê, ku xwedî rol û bandoreke mezinin di asata meydana siyasî û dîplomasî ya Kurdistanê de, ev cihê rêz û rûmetê ye.

Her derbarê alîkarkirina parçeyên din ên Kurdistanê de jî, Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê, di proseya aştiya ku li Bakur û Rojava û Rojhilatê Kurdistanê de, xwedî roleke çalak e û ji sala 1993’an ve serok Mam Celal ew rol dîtiye her weha ji bo Rojavayê Kurdistanê jî xwedî roleke li berçav e û YNK`ê jî bi rêbaza serokê rewanşad Mam Celal dikarî hevkarî û palpiştiya şoreşa Rojavayê Kurdistanê bike, her dem xwediyê helwesta neteweyî bûn û niha jî berdewamin li ser wî rêbazê ...

Di helwesta YNK`ê yê derbarê penaberên Rojavayê Kurdistanê de, em xweşdilin ku heya niha alîkare û çi hatiye xwestin ji erkên xwe li hemberî penaberan bicî aniye û em destxweşiyê li helwesta Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê dikin. Ji ber wê jî her tim piştevaniya têkoşîna demokrasiyê li Kurdistana Rojava kiriye, em alîgiriya vîçn û serwerî û biryara sîyasî ya yekgirtî yê li Rojavayê Kurdistanê dike.

Ji bo wê jî careke din em Em wek (Rêxistina Hawar yaParastina Zarokên Efrînê), germtirîn pîrozbahiyên xwe arasteya dost, alîgir, xweşdivî û endam û kadroyên û serkirde û hevserokên Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê  bi hêviya tenduristiyeke baştir in ji serok Mam Celal re û sekeftin û serfirazî ji Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê û gelê Kurd re.

Rêxistina Hawar yaParastina Zarokên Efrînê

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket