Pêşverû salvegera damezrandina YNKê pîroz kir

kurdistani 05:00 PM - 2020-05-31
.

.

Partiya Pêşverû : Bîranîna 45 saliya damezrandina Yekîtî Niştimanî Kurdistan pîroz dike
Bi helkefta bîranîna 45 saliya damezrandin û rêketina Yekîtî Niştimanî Kurdistan nivîsgeha rêzanî ya partiya me pîroz nameyek ji serkirde û xebatkarên YNK ê re şand Ev deqa wê ye :
Pîroz Name
Serokatiya hevbeş a Yekîtî Niştimanî Kurdistan..
Silaveke rastgo :
Bi babeta bîranîna 45 saliya damezrandina partiya we ya bira nivîsgeha rêzanî ya Partiya Demoqrat a Pêşverû ya Kurd li Sûriyê germtirîn silav û pîrozbahiyên xwe li we dike û di rêya were hemî Desteyên serkirdayetî, kadir û xebatkarên Yekîtî Niştimanî Kurdistan pîroz dike , Bi hêviya pêşketin û serkeftinên zêdetir ji partiya we ya xebatkar re li ser hemî astan di xizmeta Iraq û gelê Kurdistanê de û pêşxistina Federaliyê li herêmê bi hêzên Kurdistanî re.
Birayên hêja :
Dîrokek dûr û dirêj ji tekoşîn û xebata netewî di navber herdu partiyên me de heye, Ew dîroka vedigere destpêka damezrandina Yekîtî Niştimanî Kurdistan li Şamê wê demê herdu xebatkarên mezin serok Mam Celal û Mamoste Ebdilhemîd Derwîş Endezyarê vê peywendiyê bûn , Û xwedî rolekî mezin bûn di xurtkirin , Pêşxistin û Parastina wê peywendiyê de.
Em jî di serkirdayetiya Partiya Demoqrat a Pêşverû ya Kurd li Sûriyê de baldarin li ser xurtkirin û pêşxistina vê peywendiyê ji bo xizmeta doza netewî ya kurdî.
Li dawiyê careke din em bîranîna 45 saliya damezrandina partiya we ya bira pîroz dikin û em pêşketin û serkeftinên mezin ji xebata were dixwazin ji bo xizmeta gelê Kurdistan.
Qamişlo 20 / 5 / 2020
Nivîsgeha Rêzanî ya
Partiya Demoqrat a Pêşverû ya Kurd li Sûriyê
Werger ji Erebî : Hişmend Şêxo

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket