Li Misrê 19 çete hatin kuştin

kurdistani 09:54 AM - 2020-05-31
Li Misrê 19 çete hatin kuştin

Li Misrê 19 çete hatin kuştin

Hêzên çekdar yên Misrê ragihand ku di hefteya borî de di êrîşeke lidijî terorîstan de 19 çete kuştin .

Di belavoka serkirdeyetiya giştî yê Hêzan de amaje bi wê yekê hat kirin ku li pişt agahiyên stixbaratî berdest gotibû ku hinek terorîst li derdora bajarokên Mudin Biir Ebd û Şêx Zowêd û Refeh yên li bakurê Sîna hene ,di encama 2 oparesyonan de 19 çete hatin kuştin ku 3 jê pir xeter bûn .
Di oparesyona yekem de 3 çete hatin kuştin û yê duyem jî hêzên esmanî li wargehên terorîstan dan û 16 jê kuştin û 5 bombeyên ku çandine û 2 otombêl rûxandin.
Belavokê amaje bi wê yekê jî kir ku pasewanên ser sînor qaçaxciyên ku çek û bombe û otombêl vêrebûn girtine ,her wiha di encama oparesyonê de 2 efser û 2 leşkerî di navbera şehîd û birîndar de ketin , madeyên huşber û pere jî di nav otombêlên terorîstan de hate dîtin.


PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket