Amerîkayê dawî li peywendiyên xwe ligel WHO anî

kurdistani 10:55 AM - 2020-05-30
Amerîkayê dawî li peywendiyên xwe ligel WHO anî

Amerîkayê dawî li peywendiyên xwe ligel WHO anî

Serokê Amerîkayê Donald Trump bidawîhatina peywendiyên welatê xwe li gel Rêxistina Tendirustiya Cîhanî (WHO) ragihand û dibêje.

Donald Trump di konfranseke rojnamevanî de ragihand ku ji ber ku Rêxistina Tendirustiya Cîhanî di encamdana wan çaksaziyan de ku bi ciddî û giringî dihatin daxwazkirin, biserneket, Amerîkayê peywendiyên xwe li gel wê rêxistinê qut dike.

Trump êrîşî Çînê kir û ew bi veşartina zanyariyan derbarê vîrusa Korona de tometbar kir û ragihand, “cîhan tevde niha li benda Çînê ye ku bersiva sedemên belavbûna vîrusa Koronayê bide, berpirsên Çînî zext xistine ser Rêxistina Tendirtustiya Cîhanî, ji bo ku wê ji riya rast dûr bixin.”

Donald Trump destnîşan kir, ew pereyên ku Amerîkayê ji bo WHO xerc dikir ji niha û pê ve dê bo dabînkirina pêdawîstiyên giştî û bilez ên cîhanê bê terxankirin.”
Trump got: “Tevgera hikûmeta Çînê li dijî Hong Kongê rêkara herî dawî bû ji hejmarek rêkarên din ên wî welatî yên ji bo bênirxkirina pêgeha demdirêj û giring a vê navçeyê, ev ji bo gelê Hong Kong, gelê Çînê û bêguman ji bo cîhanê karesat e.”

PUKmedia/Ajansan

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket