Gundê Sefre; 5 kes şehîd bûn

kurdistani 03:30 PM - 2020-05-27
.

.

Li gundê Sefrê ya Mawetê di encama êrişên firokeyên Tirkî de 5 kes hatin şehîd kirin.

Îro roja çarşemê 27-5-2020`an, ji ber bombebarana firokeyên cengî yên Tirkiyê, 5 kes li gundê Sefrê ya li sînorê navçeya Mawetê şehîd bûn.

Di wê barê de, qayîmeqamê navçeya Mawetê Kemîran Hesen ji PUKmedia`yê re ragiahnd; Şeva borî demjimêr 11,40 xwelekan di dema kun otombîleke ser bi Partiya Karkerên Kurdistanê di gundê Sefrê re derbas dibû, yekser ji aliyê firokeyên Tirkiyê ve hat bombebaran kirin.

Kemîran Hesen di dirêjahiya daxuyaniya xwe ji PUKmedia`yê re aşkire kir ku di encama êrişa firokeyên cengî ên Tirkiyê de, nexweşxaneya gund û hinek malên gundiyan ziyaneke madî mezin lêbû.

Her weha Qayîmeqamê Mawet aşkire kir ku ew nûçeyên ku hatine weşandin ku wan 5 kesan bi niyaz bûn di hundirî nexweşxaneyê de xew bikin ne raste û derewe. Ji ber ku gundê Sefrê li ser riye û hatûçûna otombîlan di nav gund re pir e û di dema derbasbûna otombîla wan yekser bû bi armanca êrişa firokeyên cengî ên Tirkiyê û di encamê de her 5 kes şehîd bûn.

Hêjayî gotinê ye ku gundê Sefrê dikeve sînorê Mawetê ku 70 kîlo metran ji Silêmaniyê ve dûr e.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket