Kosret Resûl Pîrozbahiya Cejna Remezanê kir

kurdistani 04:23 PM - 2020-05-23
Kosret Resûl Pîrozbahiya Cejna Remezanê kir

Kosret Resûl Pîrozbahiya Cejna Remezanê kir

Serokê Encûmana Siyasî ya Bilind a bercewendiyên Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê Kosret Resûl Elî bi boneya cejna Remezanê pîrozbahiya hemû Kurdan kir.

Di peyama pîrozbahiyê de Resûl got:" bi navê min û hemû endamên Yekîtiya Niştimanî em  bi bineya hatine cejna Remezanê pîrozbahiyên germ li we tev dikin em bi hêvî  ne ku ev cejin cejna xêrê be û xwedê mirazê hemiyan bi cih bike.
Cejna îsal digel belavbûna vîrusa korone û kirîza aboriyê rawestandina tevgera bazirganî û darayî de hatiye ,ji ber bandora van kirîzan jiyana welatiyan asteeng û zehmet bûye ,ji ber wê yekê erk me hemiyane ji freksiyon ûaliyên siyasî ku di xizmeta ûalîkariyan welatiyan de bin heta ku ev qunax derbasdibe ,her wiha divê ku hikûmeta Herêma Kurdistanê li gel mijarê berpirsyar be û daxwazên welatiyan dabîn bike û mûçeyan di wextê de belav bike.

Kosret Resûl di dirêjiyan peyama xwe de gotibû: Rewşa kuniha Herêm tê de derbas dibe bi haceta biryarên cidî ye di serete de dijî gendeliyê û pêşxistina zelaliyê û ceksaziya hemû firkên hikûmetê ,bi awayekê ku hemû dahat di xizmeta welatiyan de be ,divê hemûfireksiyon û alî dest bi yekkin û bi hevbeşî pirsgirêkan çareser bikin û cudahiyan di navberê hevde bi alîyekê din.
Careke din pîrozbahiyê li hemû misilmanên cîhan û Herêmê dikim û di vê derfetê berdest de ez spasiya tîmên tenduristiyê û Hêzên Asayîşê û Pêşmergeyan û navxwe dikim û jibo pabandbûnê bi rênmeyên tenduristiyê destxweşî gelê Herêmê dikim.


PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket