YE di 30’ê Hezîranê de ji bo Sûriyê dicive

kurdistani 01:27 PM - 2020-05-23
YE di 30’ê Hezîranê de ji bo Sûriyê dicive

YE di 30’ê Hezîranê de ji bo Sûriyê dicive

Berdevkê siyaseta derve ya YE`yê Peter Stano got dê kongreyek der barê destekdayîna pêşeroja Sûriyê û herêmê de bi rêya vîdeokonferansê di 30`ê Hezîranê de were lidarxisin.

Peter Stano ji rojnameya Rojhilata Navîn re got: "Armanc ji civînê gotûbêjên zêdetir a destekdayîna ji koçber û dewletên cîran re ye ku koçber pêşwazî kirine û şerê li Suriye bandor lê kiriye û ji bo nîqaşkirina peydakirina çareseriyeke siyasî ji bo bidawîkirina şer e."

Stano destnîşan bi daxuyaniyên nûnerê bilind ê Ewropayê Josep Borrell ên di dawiya civîna wezîrên karên derve yên dewletên yekitiyê de kir. Civîn di hefteya derbasbûyî de bi rêya vîdeoyê hat lidarxistin. Di civînê de wezîran nêrînek li ser amadekariyên lidarxistina kongreya 4`emîn a der barê pêşeroja Sûriyê û herêmê de eşkere kir.

Stano wiha domand: "Ev kongre derfetek ji bo sozdayîna hêviyan e û destekdayîna ji çareseriya siyasî re bi hevkariya NY`yê ye."

PUKmedia/Ajansan

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket