Wezareta Darayî: Me 400 milyar dînar ji Hikûmeta Federal negirtiye

kurdistani 01:20 PM - 2020-05-22
Wezareta Darayî: Me 400 milyar dînar ji Hikûmeta Federal negirtiye

Wezareta Darayî: Me 400 milyar dînar ji Hikûmeta Federal negirtiye

Wezareta Darayî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê îro înê wergirtina 400 milyar dînar ji Hikûmeta Federal wekî dabeşkirina mûçeyên karmendan red kir.

Wezaretê di daxuyaniyekê de got: Li gor razîbûna çend wezîrên hikûmeta Êraqê ji bo şandina 400 milyar dînar wek beşek mûçeya karmendên Herêma Kurdistanê ku biryar bû berê cejna Remezanê were ,lê heta niha ti pere ne gihêştine me.

Daxuyaniyê wiha lê zêde kir: Tevî rewşê dijwar ên darayî û kêmbûna dahata Herêma Kurdistanê, Hikûmeta Herêmê ji firotina naftê û dahatên navxwe û deyn, mûçeyên karmendên xwe berî cejna Remezanê belav kir.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket