QSD`ê şaneyeke veşartî ya girêdayî DAIŞ`ê girt

kurdistani 09:00 AM - 2020-05-21
QSD`ê şaneyeke veşartî ya girêdayî DAIŞ`ê girt

QSD`ê şaneyeke veşartî ya girêdayî DAIŞ`ê girt

Şaneyek veşartî ya girêdayî rêxistina DAIŞ`ê ku xwe amade dikirin di Cejna Remezanê de erişeke teqemenî bikin, ji aliyê Yekîneyên taybet ên Hêzên Sûriya Demokratîk ve hatin girtin, destnîşan hat kirin ku ji hêla kesekî ku li Serêkaniyê dimîne de şane tê birêvebirin.

Şaneya ku ji 3 kesan pêk tê li herêma El-Kesrat li Reqayê hatiye girtin. Her 3 çeteyên ku di nav vê şaneyê de cih digirin yên bi navên; Ebdulbazî Aqle El-Casim (35 saliye û di nava çeteyan de bi navê Ebû Emîr tê naskirin). Hesinkare û erka wî amadekirina teqemeniyan, bombeyan û mayînkirina otombêlane.

Çeteyê din bi navê Mihemed Hemed El-Selamê(25) ye û ji Dêrazorê ye(di nav çeteyan de bi navê Ebû Ibrahîm El-Xîlafe tê naskirin).  Piştî tunekirina DAIŞ`ê li Baxozê di 21`ê Adara 2019`an de erka wî ya sereke kirîna otombêlan ji bo ku ji bo teqandinê bikar bînin e.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket