Murad daxwaza beşdarbûna Êzîzd kir

kurdistani 03:46 PM - 2020-05-19
.

.

Çalakvana jin a Êzîdî Nedye Murad ji Kazimî daxwaza beşdarbûna Êzîzd û jinan kir.

Bi boneya wergirtina Mistefa Kaizmî posta serokwezîrê Êraqê, Balyoza Neteweyên Yekbûyî ya niyazên pak çalakvana jin a kurdê Êzîdî Nedya Murad bi riya telefonêpîrozbahî li serokwezîrê nû yê Êraqê Mistefa Kazimî kir.

Di rûpela xwe de, Nedye Murad aşkire kir ku wê di gel serokwezîrê Êraqê Mistefa Kazimî telefon kir û pîrozbahî lê kir û derbarê cihdayîn bi pêkhatên din ku di hundirî hikûmeta wî de beşdar bin û bi taybet pêkhata Êzîdî û her weha rola jinan jî tê de hebe.

Di dirêjahiya nivîsa xwe de, jina kurd a Êzîdî aşkire kir ku di gotûbêja her dukan de, derbarê çarenivîsa keç û jinên Êzîdî ku bi hezaran hene li Sûriye û hinek navçeyên din li Êraqê ku bi aramî vegerin bo Şengalê û piştgiriya hikûmeta Êraqê ji navçeya Şengalê re ku xizmetguzarî ji wan re bê pêşkêş kirin.

Hêjayî gotinê ye ku çalakvana Jin a kurdê Êzîdî Nedye Murad li gel bijîşkê Koncolî Danis Mokoyîcî xaltên Nobel ya Aştî yê bi destxistibû.

Xelata Nobelê ya Aştiyê ya sala 2018`an ji bo bijîşkê Koncolî Danis Mokoyîcî ji komara Kongoyê, her weh ji bo keçka kurdê Êzîdî ku ji destê terorîstên DAIŞê rizgarbûye Nadiya Murad, bi hewldanên wan ji bo nehîştina zorbasiya regezî wek çek di ceng û milmilaniya çekdarî de, ew herdu kesyatî hatibûn xelatkirin.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket